Xebatên tefandina şewata daristanê ya li Bîlecîkê berdewam dikin
Xebatên tefandina şewata ku liDomanîça Kutahyayê dest pê kir û gihaşt herema daristanî ya li mewqiya gundê Camliyaylaya Bozbuyuka Bîlecîkê berdewam dikin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Bîlecîkê ve hatiye dayîn de hat destîşankirin xebatên tefandina şewata daristanê berdewam dikin.
Waliyê Bîlecîkê Tahir Buyukakin û heyeta pê re li cihê şewatê tehqîqetan kirin. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin xebatên tefandina şewata ku li Domanîça Kutahyayê dest pê kir û gihaşt herema daristanî ya li mewqiya gundê Camliyaylaya Bozbuyuka Bîlecîkê berdewam dikin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin di xebatên tefandina şewata daristanê de 16 helîkopter, 2 balafir, gelek wesayît û esker dixebitin.
Hat diyarkirin şewata ku ev 4 roj in berdewam dike hatiye kontrolkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.