Xeberdana Xalid Meşal
“Sûriye Destek Daye Me Lê Em Li Ser Xwîna Xelkan Tu Bazarê Nakin”
Xalid Meşalê serekê Hamasê li Misrê, di bernama salvegera fetha Qudsê ji teref qomandarê nemir Selaheddîn Eyyûbî de xeber da. Di xeberdana xwe de da zanîn ku nikarin desteka Sûriye jibîr bikin, lê tu car li ser xwîna xelkê bazarê nakin.
Di bernama ku ji alî saziya Qudsê ya navnetewî ve hat li dar xistin de, Xalid Meşal îfade kir ku hereketa Hamasê, xwedî prensîb û exlaq e. Ji ber vê yekê jî nikarin piştgiriyên Sûriye jibîr bikin, lê hereketa Hamasê dilxwaz û piştevaniya xelkên azadiyê dixwazin dike.
Serekê Hamasê wiha beyan kir “Sûriye destek daye Hamasê. Em nikarin vê destekê jibîr bikin. Lê em tu carî li ser xwîna gelan bazarê nakin. Em dilxwaz û alîkar in ku xelk azadiya xwe bixwazin. Tu carî li ser xwîna tê rijandin bazar nayê kirin. Ji bo parastina berxwedanê riya herî baş, li ser dana heqên xelka ye.” (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.