Xelasiya Însan Bi Îslamê Ye
Li dinyê însan hizûr û xelasiyê di Îslamê de dibînin.
Li dinyê însan hizûr û xelasiyê di Îslamê de dibînin. Ji lew li şerq û ğerbê dinyayê kesên ku, li ser Îslamê lêkolînê dikin, xweşiya Îslamê dibînin xwe davêjin hizûr û seadeta Îslamê.
Li Fîlîpînê bi teblîxê mislumanan, roj bi roj kesên ğeyrî muslîm, hîdayetî Îslamê dibin. Di saloneke sporê de 300 ciwanên Fîlîpînê yên ku bi teblîxa mislumanan Îslam hebandibûn, bi hev re eşheda xwe anîn û bûn misluman. Di heyama hîdayet û mislumanbûna wan de, dîmenên xweş derketin holê.
Salên borî li Dûbaiyê jî, pirê wan Fîlîpînî 125 kesên ğeyrî muslîm, bi hev re dînê Îslamê hebandibûn. Kelîma şehadetê anîbûn û bûbûn misluman.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.