Xelkê Diyarbekir Rezaletê Naxwazin

Xelkê Diyarbekir Rezaletê Naxwazin

Pêşbirka mîrbanûya medeniyetan ya cîhanê ya ku, tê xwestin li Diyarberkir rast bibe, xelkê bajêr bêhizûr û bihêrs dike.

Pêşbirka mîrbanûya medeniyetan ya cîhanê ya ku, tê xwestin li Diyarberkir rast bibe, xelkê bajêr bêhizûr û bihêrs dike. Millet bawer dike ku, van çîrkefên rezaletê, ji bo exlaqê ciwanan xerabikin tên lidarxistin. Xelk dixwaze rezalet û mel’anetê wiha, tavil bê îbtalkirin.

Welatî dibin ev 1400 sal e ku, herêma Diyarbekir bi Îslamê muşerref bûye, tu carî azan lê qut nebûye. Welatiyan wiha beyan kir “Em qet bawer nakin ku, van organîzasyon ji bo aştiyê tê kirin. Eger ji dil dixwazin ji bo aştiyê tiştekî bikin, bila organîzasyonên li gorî kultura me’newiyeta Diyarbekir li dar bixin.”

Li aliyê din 47 saziyên sivîl yên bajarê Diyarbekir, di heqê pêşbirka rezaletê de îfade kirin ku, eger ev rezalet neyê îbtalkirin, wê li kolan û cadeyên qerebalix, protestoyên girseyî li dar bixin. Sazî û komelan diyar kirin ku, organîzasyon şolek provokatîf e.

Di beyana sazî û komelan de, wiha hat îfadekirin “Di rojên paşî de, hinek mîhrakên îfsadê, bi navê destek û paraleliya pêvajoya aştî û çareseriyê, dixwazin li bajarê pêxember û eshaban, li bajarê me’newiyat û exlaq û edebê, bi şol û çîrkefeke provokatîf rezaletekê rast bikin. Eger organîzasyona rezaletê neyê îbtalkirin, em ê roja înê, li ber hotela Prestijê, protestoyeke girseyî li dar bixin.”

Saziyan di beyana xwe de wiha îfade kir “Em zanin ku van organîzasyonên îfsadê, parçeyek ji plana xerakirina exlaq û me’newiyeta qîz û xortên me ye, belavkirina fihûş û bêexlaqî ye. Mexsûs û bi plan tê kirin. Ev 47 saziyên sivîl, vê mel’anetê şermezar û tel’în dikin. Em ê nehêlin ku vê bajarê senceqtarê Îslamê, têkeve bin piyê bêexlaqiyê.” bangaheq

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.