Xelkê Diyarbekirê li 5emîn Harem-î Şerîf nimêja eydê eda kirin

Xelkê Diyarbekirê li 5emîn Harem-î Şerîf nimêja eydê eda kirin

Mislimanên ku bi minasebeta Eyda Remezanê serê sibê hatin Mizgefta Mezin a dîrokî ya 5emîn Harem-î Şerîf, bi heyecana nimêja eydê re derbas bûn.

Îmam Hatîbê Mizgefta Mezin Hafiz Hîdayet Yilmaz piştî nimêja eydê xutbeya eydê xwendû weha got, “Rebbê me yê mezin got: ‘Quranê bi benê Xwedê bigrin. Dabeş û perçe nebin.' ferman dike. Ger em guh bidin vê banga Rebbê xwe û bibin yek dê cejna me bibe cejn. Pêxemberê me yê rehmetî wiha gotiye: ‘Mumin wek kevirên avahiyekê ne ku pişta hev digirin.’ ferman dike. Ger em biratiya xwe biparêzin û li gorî vê hedîsê maf û qanûnên xwe yên hevpar biparêzin, eyda me wê bibe cejn. Dema dest û dilê me bi tekbîr, selewat û nimêjên ji dil bibe yek eyda me dibe eyd.

Yilmaz bal kişand ku divê xelkê mezluê yê Fîlîstînê neyê jibîrkirin, “Dayik û bav ji bo zarokên xwe yên bêguneh ên di bin bombeyan de jiyana xwe ji dest dane, bi êş diqîrin. Her misilmanek mehkûmê hêstiran e, li benda sibeya eydê ye ku wê ji destê zaliman rizgar bibe. Erka me ew e ku em bi hev re êşa birayên xwe sivik bikin û hêviyên wan zindî bihêlin. Tê wateya ku li hemberî zaliman, li kêleka bindestan rawestin û li dijî her cure xerabiyê micadeleyê bikin. Em ji bîr nekin ku ev berpirsyariyeke însanî, îslamî û wijdanî ya me hemûyan e.”

Piştî xutbeya ku hat xwendin welatîyên Dîayrbekirî îda hevdû bimbarek kirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.