“Xelkê Sûrê qet ne xema tu kesî ye”

“Xelkê Sûrê qet ne xema tu kesî ye”

DİYARBEKİR - Nîştecih û dikandarên Sûrê di derbarê axavtina rayedarên hikûmetê yên di derheqê mexdûrên Sûrê hat kirin de destnîşan kirin mexdûrîyeta nîştecih û dikandarên Sûrê hêj berdewam dike.

Ferhat Gormuş di derbarê mijarê de destnîşan kir rayedarên hikûmetê di merasîma avêtina bingeha Sûrê de diyar kirin ku mexdûrîyeta nîştecih û dikandarên Sûrê hatine çareserkirin, lê ev yek ne wisa ye, hêj mexdûrîyeta me berdewam dike. Gormuş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Walî li wê derê derket û got ku ‘Ji hemû kesî re heqê wan hatiye dayîn.’ Eşyayên di mala min de tev çûn. Ez 5 hezar lîre bidim walî heger karibe bila herê bi vê perê malekê rabixe. Gelo dayîna heqê wisa ye? Wezîr hat vê derê û got ‘Di Sûrê de baraqe hebûn.’ Di nava Sûrê de ez hew qas jiyam, lê ez li rasta baraqekê nehatim.”

Gormuş di berdewama axavtina xwe diyar kir rayedar di axavtina ku di merasîmê kirine de diyar kirine ji 2 hezarî zêdetir kesî re 10 hezar TL alîkarî hatiye kirin. Gormuş dû re wiha pê de çû: “Baş e gelo ew ê halê 3-4 hezar kesên din bibe çi? Çima pere nadin wan? Ji malbatên wek me yên ku temamê eşyayên wan çûne re 5 hezar tl dane. Ew ê kî 5 hezar lîre qebûl bike? Ez vî pereyi ji wan re wek diyarî didim. Xelkê Sûrê ne xema tu kesî ye û Sûr bûye cihê rantê.”

Dikandar Îbrahîm Mete jî di derbarê mijarê de destnîşan kir axavtinên ku di merasîmê de hatine kirin ne rast in û wiha axivî: “Min ji Wezîrê Bajarvanî û Hawirdirê Mehmet Ozhasekî re got ku mala min xera bûye û em mexdûr in. Min jê re got ku 5 hezar lîreyê ku dane min mîqtareke hindik e. Digel ku Wezîr mala min nedîbû ji min re got ku mala te biçûk e. Min jê re got ku qey te mala min dîtiye ku tu wisa dibêjî. Ez heqê li wan kesên ku me mexdûr kirine re helal nakim. Ez ê hisaba temamê van êş û elem û zehmetîyan bipirsim. Dema ku we mala me xera kir gelo we ji me destûr xwest? Çima we nehişt ku em eşyayên xwe ji malê derxin? 5 hezar lîre ji me re ne lazim e.”

Axahan Unê ku nîştecihê Sûrê bû û bavê 5 zarokan e jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ji ber ku malên wan di nava şer de maye ew mecbûr mane ku malên xwe terk bikin. Un dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev 2 meh e ku ez betal im. Zarokê min diçe mektebê lê ez nikarim xercane bidimê. Carinan nikare biçe mektebê. Wisa berdewam bike ez ê ji naçariyê wî ji mektebê bigrim. Tu çareya min nema, êdî ez ê li ber walîtiyê xwe bi zincîran girêbidim. Ka di wextê wê de ji ew qas alîkariyan behs dikirin, lê min ji xeynî battaniyekê pê ve tu tiştî nedît. Heta niha çavê me bi komîsyona tespîta xisarê neketiye. malik li min xera kirin. Ev çend meh e ku ez nikarim heqê kirê û faturayên av û ceyranê razenim.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.