Xelq li Dîyarbekir destê xwe ji bona duaya baranê vekir

Dîyarbekirîyên ku bi pêşîvanîya ÎTTÎHADUL ULEMA hatin cem hev, ji bona ziwayîya ku bû çend sale heye biqede dua kirin.

Meha Nîsanê ya ku bi baranê tê yadkirin ji ber ku bêbaran derbas dibe pêşî cotkaran û hemû xelqê herêmê dide endîşandinê. Xelqê herêmê yê ku hêvîya barîna baranê yê ku heta germahî çênebûyê ne, ji ber ku ev ziwayî biqede li Qada Batikenta li navçeya Bajara Nû ya Dîyarbekir kom bûn.

Bernameya ku ji teref Yekîtîya Medreseyan û Aliman (ÎTTÎHADUL ULEMA) ve hat tertîpkirin, bi xwendina Quranê yê ku ji teref Ammar Zeren ve hat xwendin dest pê kir.

Mele Beşîr Warol jî derheqê sedema encamên ziwayîyê û minasebeta menewîyatê yê ku ji nebarîna baranê de axavtinek kir, di axavtina xwe de bal li ser ziwayîya ku tê jîyankirin kişand û bi bîr anî ku ev dinya cîhê îmtîhanê ye.

“Xwedê; qilafet, qabiliyet û jêhatina ‘evdên xwe zane li gorî wî rizqê wan dişîne”

Warol di axavtina xwe de destnîşan kir ku zilm û neheqîya ku tê kirin li cem Xwedê tê qeydkirin û weha li axavtina xwe zêde kir, “Dema Xwedê Teala ji bona civînek an jî ji bona ferdek musibetê bişîne ev tişt ji bona wê ne rewşeke zor e. Tu kes ji cizaya ku ji wê re hatîye dayîn nikare bifilite. Tobe, vegerandina ji gunehan e. Kesên ku bawerî bi Xwedê anîne û ‘emelên salih kirine jî Xwedê Teala gunehên wan ‘efû dike û toba wan jî qebûl dike. Xwedê, başîtîyên ku hatine kirin bi zêdeyî ew ê bide wan. Yanê Xwedê Telala ji bona ku ‘evdê xwe ‘efû bike sedeman digere.”

Warol di berdewama axavtina xwe de weha got, “Kesên ku li hember Xwedê îsyankarin bi dijmintîya xwe gunehkar dibin. ‘Ezabê Xwedê jî li hember wan him li vê dinyayê him jî li axiretê gelekî bi şîddet e. Eger ku Xwedê Telala nîmetê xwe tev bibarîne ew ê di nav însanan de zilm zêde bibe. Xwedê; qilafet, qabiliyet û jêhatina ‘evdên xwe zane li gorî vê rizqê wan dişîne. Piranîya rizqê li gorî xebata wê kesê nîne, bi temamî teqdîra Xwedê ye.”

“Xezebên ku tên ser serê însanan ne ji ‘ezaba Xwedê ye, ji ber ‘emelên însanan e”

Warol di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku bila Misilmanan tu car ji Xwedê bêhêvî nebin, bi ‘eynî şeklê jî bila ji ezab û ji cizayê jî bawerî bibin û li axavtina xwe weha berdewam kir, “Însan wek ku xafile Xwedê Teala xwe ji ‘evdê xwe re dide bîranîn, rehmeta xwe zêde dike. Dibe ku îro di dilê însanên me de bêhêvî hebe. Bi Îzna Xwedê ew ê Xwedê Teala ev bêhêvîtî û tengasîyê bi barandina baranê rabike. Bila neyê jibîrkirin ku mûsîbetên ku tên ser serê însanan ne ji xezaba Xwedê ye, ji ber sedema ‘emelên ‘evda ne. Dema ku em Rebbê xwe bîrva bikin jî Xwedê Teala bi bela û pirsgirêkan xwe nade ji bîr kirin û xwe dide bi bîr anîn. Bela û mûsîbetên Xwedê yên ku li ser însanan dibarîne em ji welatên cîranên xwe dibînin. ‘Ezaba kafiran jî ji bona roja qîyametê hatîye taloqkirin. Çîmkî cîhê wan ebedî cehennem e.”

Piştî axavtina Warol ji teref Mele Abdulquddus Yalçinê Endamê sazîya bireberî yê ÎTTÎHADUL ULEMAYê ve nimêja baranê hat kirin.

Piştî xutbeyê jî dua hat kirin û di dema duayê de jî însanan çakêt û xirqeyên xwe vajî li xwe kirin.

Bername bi nimêja ‘esrê dawî bû. (ÎLKHA)
https://youtu.be/7bx9rzjbuoE

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.