Xelqê ku nikare terewîhan li camîyan bike dilhezîn û mehzûn e

Xelqê ku nikare terewîhan li camîyan bike dilhezîn û mehzûn e

Ji ber ku bi biryara Diyanetê li camîyan kirina nimêja terewîhan hat qedexekirin gelê Misliman digel nasên xwe bi cemaatî di malên xwe de nimêjên xwe eda dikin.

Çawa ku li temamê dinyayê coş û kelecana hatina meha Remezanê tê jiyan bi hemana awayî jî li Kurdistanê jî gel ji ber hatina Remezanê kêfxweş û şad in. Lê belê ji ber ku camî girtî ne ew nikarin nimêjên xwe yên terewîhan di camîyan de eda bikin.

“Dil dixwast ku em nimêja xwe ya terewîhan li camîyê eda bikin”

Mela Emîn Tetîkê ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî destnîşan kir, ji ber şobê li camîyan kirina nimêjê hat  sekinandin ku ew ji ber vê yekê mahzûn in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber şobê ev bû du sal ku em terewîhan di malên xwe de dikin. Xweda bike nesîb em ê îsal jî digel endamên malbata xwe di malên xwe de terewîhan bikin. Pêxemberê me derheqê meha Remezanê de dibêje ‘Destpêka wê rehmet, nîvê wê mexfîret û dawîya wê jî ji agir xelasbûn e.’ Xweda nesîb bike em li ser vê niyetê ne û em daxwaz dikin ku ji agir necat û rizgar bibin. Divê em Misliman di vê meha Remezanê de  îbadet, taat û zikrên xwe zêde bikin û Qur’ana Kerîm hîn bibin.”

“Diyanet li camîyan kirina nimêja terewîhan qedexe kir”

Ji rîspîyên herêmê Mihemet Tetîk jî derbarê mijarê de destnîşan kir ji ber ku ew nikarin terewîhan di mizgeftan de bikin dilhezîn in dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku em gihaştin meha Remezanê en gelek zêde bextewar in. Diyanet li camîyan kirina nimêja terewîhan qedexe kir. Ji ber vê yekê me jî malên xwe xist camî.Îşev me digel zarok û nasên xwe vê şevê îdrak kir û nimêja xwe eda kir. Ji ber ku Pêxemberê di her Remezanê de nimêja terewîhê eda dikir, em jî ehemîyetê didin vê nimêjê.


Xelqê ku nikare terewîhan li camîyan bike dilhezîn û mehzûn e

Xelqê ku nikare terewîhan li camîyan bike dilhezîn û mehzûn e

Xelqê ku nikare terewîhan li camîyan bike dilhezîn û mehzûn e

Xelqê ku nikare terewîhan li camîyan bike dilhezîn û mehzûn e

Xelqê ku nikare terewîhan li camîyan bike dilhezîn û mehzûn e

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler