“Xeyalênxweha min hebûn”

“Xeyalênxweha min hebûn”

Malbata Habîbe Aydina ku di êrîşa wesayîta bombebarkirî ya PKKê de giran birîndar bûbû û jiyana xwe ji dest da destnîşan kir ‘xeyalên wê yên ji bo dahatûyê hebûn.’Malbata ku vê yekê anî zimên her wiha destnîşan kir wan organên qîza xwe bexşandine.

Malbata ku organên qîza xwe bexşand û Serhekîmê Zanîngeha Dîcleyê Prof.Dr. Gokhan Kirbaş  digel hev daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Mehmet Emîn Aydinê ku kekê Habîbe Aydinê bû di derbarê mijarê de destnîşan kir xweha wî û Merve Ervana ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan hevalên hev ên nêzîk bûn.

Aydin di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir xweha wî ji bo biçe mektebê serê şeveqê ji malê derketiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em li malê bûn û cihê teqînê ji me gelekî dûr bû, bi şideta tesîra teqînê mala me jî hejiya.Wê rojê xweha min û hevala wê soz dabûn hev da ku bi hev re biçin kar.Ji ber vê yekê piştî wê teqînê ez tirsiyam.Pêşî ji min re gotin ku bombe avêtine mekteba xweha min a 10 salî.Tu nabê ne mekteba wê bû, ya rastî li hêla dibistana polêsan teqîneke bi kovan pêk hatiye.Diya min cardin li min geriya û got ku were em li xweha te bigerin.Me bi telefonê lê geriya lê bersiv neda.Me li hevala wê jî geriya lê keseke din bersiv da.Wê çaxê me rewşê fêm kir û em çûn nexweşxanê.Xweha min a ku di êrîşê de giran birîndar bûbû ewil rakirina nexweşxaneyeke taybet û dû re sewqî Zanîngeha Dîcleyê kirin. Ji ber ku pê re nasname nîn bû bênav têketina wê ya nexweşxanê kirine. Ji ber vê yekê 8 seatan di ameliyetê de man. Doxtor ji bo teşhîsê, gazî min kirin û ji min re gotin ku xwîn herikiye li ser mêjiya wê û kezaba wê ya spî zirar dîtiye.Wê bi tup ve girê dan da ku behnê bistîne.Piştî 10 rojan çavên xwe vekir, lê ji nişka ve xwîn jê verişt û me xebera mirina wê stand.”

Aydin di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir xweha wî û hevalê xweha wî ya ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da gelekî ji hev hez dikirin û wiha pê de çû: “ Xweha min di atolyeya tekstîlê ya li pey dibistana polêsan de dixebitî.Teqîn dema ku ew diçû kar pêk hat.Perçeyên ewil ên dîwarê li hevala wê ketine.Her du jî ji hev hez dikirin.”

“Xeyalên xweha min hebûn”

Aydin di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir wan organên xweha xwe bexşandine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bexşandina organan her kes dixwaze. Me jî ji dil qerar da.Xweha min jî bi xwînê sax me, nexweşiya zerikê pê re hebû, bexşa xwînê dabûnê.Ew ê êdî bi organên xwe can bide hinek kesan.Xeyalên xweha min hebûn.Dixwast bigere, şad be û bixwîne û gelek tiştên din bike, lê çênebû, derfet kêm bûn.Kesên ku vê yekê kirin ne însan in.Ez di derheqê teqînan de nizanim çi bibêjim.Hinek kes canan xilas dikin û hinek kes jî ji bo oxirekê dikujin.”

Hacî Aydinê ku bavê Habîbe Aydinê ye  jî destnîşan ew ê bi organên qîza wî sax bimînin û wisa li axavtina xwe zêde kir: “Qîza min 11 rojan di lênerîna giran de ma û doh di seat 18.30an de jiyana xwe ji dest da.Dema ku ew du mehî bû me xwîna wê dabû guhartin.Me îro jî organên wê bexşand.Înşaallah organên wê dê jiyana  hemwelatiyên din xilas bike.”

 “Mesele di hilbijartinan de derbaskirina bendavê nîne, a muhîm ji însanan re bi feyde bûn e”

Mehmet Nezîr Alphanê ku xalê Habîbe Aydinê ye di derbarê mijarê de destnîşan kir ew wek malbat bi xemgîn in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rewşa madî ya malbata Habîbe nebaş e.Habîbe ji bo piştgiriyê bide malbata xwe dixebitî, dema ku diçû kar di teqînê de birîndar bû. Em wek malbat hemû bi xemgîn in.Qetilkirina însanekî qetilkirina temamê însanetîyê ye. Nêrîna temamê însanan cûda ye.Ji bo çi be bila bibe ferq nake ji însanan re zirardayîn xelet e.Mirov ew e ku ji însanan re feydedar bibe. Mesele di hilbijartinan de derbaskirina bendavê nîne, a muhîm ji însanan re bi feyde bûn e.Kesên ku ji bo Kurdan mucadele dikin nikarin vê yekê bikin.Tu eleqeya vê bi doza Kurdan re nîne.Ez vê karê ku hatiye kirin wek karê xeyrî muslîman dibînin.Karê van hêzên ji Xerbê re xizmet kirine armanca hinekan pêk tînin.”

Serhekîmê Zanîngeha Dîcleyê Prof.Dr. Gokhan Kirbaş  diyar kir Habîbe Aydin di teqîna 4ê Mijdarê pêk hat de giran birîndar bûye  û ew ê bi organên wê  kesên li bajarên cûrbecûr bi xwe ve bên.

Kirbaş di berdewama axavtina xwe de di bîran xist ku Habîba 17 salî bû û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Habîbe di teqîna 4ê Mijdarê giran birîndar bû û wê anîn nexweşxaneya me.Ji ber ku perçeyên şarapnelê îsabetî bedena wê kiribûn xwîn herikî li ser mêjiya wê.Mudaxeleya ewil hat kirin û perçeyê şarapnelê ya ku îsabetî cegera wê kiribû hat derxistin.Gelek zêde xwîn herikîbû li ser mêjiya wê, piştî 11 rojan jiyana xwe ji dest da.Malbata wê berpirsiyariyeke mezin girt li ser xwe û organên Habîbayê bexşandin.”

 “Qerara ku malbat daye dê ji temamê Tirkiyê re bibe mînak”

Kirbaş di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ew ê organên Habîba biçin bajarên cûrbecûr û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Organên vê qîza me ya ciwan dê li bajarên cûrbecûr heyatê bide însanan.Ji ber ku temamê organan hatine bexşandin ewil ew ê gurçik û cegera reş bê bexşandin.Gurçikek dê here Enqerê û ya din jî Entalyayê.Qezeba reş jî dê biçe Meletî ye.Kornea dê li vê derê dê li bankaya çavan bên sekinandin.Qerara ku malbat daye dê ji temamê Tirkiyê re bibe mînak.”

Di êrîşa bombeyî ya ku di 4ê Mijdarê de li Diyarbekirê hatibû kirin de 11 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 378 kes jî birîndar bûbûn.Digel mirina Habîbe Aydin hejmera kesên mirî derkete 12an.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.