Xirakirinên Li Filistîn

Xirakirinên Li Filistîn

Li gor rapora Merkeza Îstatîstîk a Filistînê hat beyan kirin ku Îsraîlê li Rojhilata Qudusê di navbera salên 2000 û 2012î de hezar û 124 xaniyî xirakiriye.

Li gor rapora Merkeza Îstatîstîk a Filistînê hat beyan kirin ku Îsraîlê li Rojhilata Qudusê di navbera salên 2000 û 2012î de hezar û 124 xaniyî xirakiriye. Di netîca van xirakirinan de  2 hezar û 586ê wî zarok, hezar û 311ê wî pîrek 4 hezar û 966 Filistînî bê mal man.

Di raporê de dîsa hat beyan kirin ku zirara ji ber xaniyên hatine xirakirin giha 3 milyon dolarî û ev mîqtar cezayên pera yên ku hatine dayîn di xwe de nahewîne. Dîsa di raporê de hat beyan kirin ku pey sela 2000 xirakirina xaniyan zêdetir bûye.

Di raporê de hat beyan kirin ku di sala 2010î de 70 avahî hatine xirakirin, di sala 2009î de 49, di sala 2011î de 20 û di sala 2012î de jî 14 avahî hatine xirakirin.

Di hêla dî de di raporê de hat gotin ku, ji ber dîwarê veqetandinê a ku wê bighê 780î kîlometreyî 50 hezar Filistînî ji îqameta Qudusê hatine mehrûm kirin.

Di raporê de li ser îhlalên ‘eraziyên Filistînîyan jî hat sekinandin. Li gor vê 24 hezar donim ‘eraziyê filistîniyan ji alî siyonîstan ve hatine ğesb kirin û 13 hezar dar hatine birîn.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.