Xizmetkarên Remezanê û qehremanên veşartî yên erdhejê: Aşpêj

Xizmetkarên Remezanê û qehremanên veşartî yên erdhejê: Aşpêj

Aşpêjên ku li herêma erdhejê bi şev û roj dixebitin û ji bo erdhejzedeyan xwarina germ amade dikin destnîşan dikin, ew vî karî bes ji bo Xwedê dikin û ji ti kesî tiştekî hêvî nakin.

Dema ku dîrok 6ê Sibatê nîşan dida du erdhejên mezin pêk hatin ku ji ber van her du erdhejan xerabûn û wêranbûneke mezin pêk hat. Sazîyên alîkarîyê yên bi navê ÎHO EBRAR, Weqfa Yetîman, Avrupa Yetim Eli û Karwana Hêvîyê ji roja ewil ve hewl didin ji erdhejzedeyan re bibin alîkar.

Aşpêjên ku xizmetkarên Remezanê û qehremanên veşartî yên erdhejê ne û di nav tîmên van sazîyên borî de dixebitin derbarê xebatên ku tên kirin de ji ÎLKHAyê re axivîn.

“Xebata bes ji bo riza Xwedê û kirina xizmetê ya ji xuşk û birayên me re tiştekî xweş e”

Ihsan Kayayê ku ji bo ji erdhejzedeyan re xwarinê çêbike ji Stenbolê hat Malatyayê derbarê mijarê de wiha axivî: “Ev bû 13 sal ku ez vî karî dikim. Malûmê wê ye em di meha Remezanê de ne. Ji bo ku em ji wan xuşk û birayên xwe yên erdhejzede re karibin bibin alîkar bi wasitaya Kerwana Hêvîy em hatin vê derê. Em li vê derê ji bo erdhejzedeyan xwarinê çêdikin. Rojê ji bo 5 hezar kesî xwarinê çêdikin. Xebata bes ji bo riza Xwedê û kirina xizmetê ya ji xuşk û birayên me re tiştekî xweş e. Bawer bikin heger me bi heqê vê xwarinê çêkiribana em ê ew qas kêfxweş nebûba. Karê me kerekî bi zehmet e, em di vê meha rojîyê de rojane ji bo 5 hezar kesî xwarinê amade dikin. Bawer bikin ji ber ku em bi rojî ne û ji ber ku em vê xizmetê bes ji bo Xwedê dikin hema hema em qet nabetilin.“

“Em li vê derê rojane ji 5 hezar kesî re xwarinê amade dikin”

Xelîlê Kavakê ku 36 salan karê aşpêjîyê dike jî ji Êlihê ji bo ku ji erdhejzedeyên Malatyayî re bibe alîkar bi wasitaya Kerwana Hêvîyê hat Malatyayê. Kavak derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anî zimên: “Em li vê derê di seat 10.00an de radibin û heta heftê êvarî em dixebitin. Karê me bi zehmet e lê belê em ji bo Xwedê vî karî dikin. Ji ber vê yekê jî em nabetilin. Em li vê derê rojane ji 5 hezar kesî re xwarinê amade dikin. Xweda nesîb bike ez ê heta îdê li vê derê bim. Ez hêvî dikim derd û kulên birayên me yên li derê bi dawî bibin û em ê vegerin nav malbata xwe.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.