Xwendekar Daketin Tahrîrê

Xwendekar Daketin Tahrîrê

Li Misrê Muhammed Rizayê xwendekarê zanîngeha Qahîreyê, roja pêncşemê di protestoyên li hember derbeyê de hatibû qetilkirin

Li Misrê Muhammed Rizayê xwendekarê zanîngeha Qahîreyê, roja pêncşemê di protestoyên li hember derbeyê de hatibû qetilkirin. Xwendekarên Misrê, ji bo hevalê xwe yê qetikirî, daketin meydana Tahrîrê. Hêzên cûntayê midaxele kir.

Xwendekarên ku derbasî meydanê bûn, li dijî esker û derbeyê slogan avêtin, sembola Rabiayê nîşan dan, resm û posterên serekcimhûr Muhemmed Mûrsî hilgirtin. Nimêja esrê bi hev re kirin û ji bo Muhemmed Riza, nimêja cenazeyê ya ğiyabî kirin.

Hêzên cûntayê ji bo belavkirina protestovanan gaza hêsirbarîner û ava bi tezyîk bi kar anîn. Hinek xwendekar ji gazê êşiyan. Di navbêna wan û polîsan de arbede pêk hat.

Li Misrê li ser qetilkirina Muhemmed Riza, li gelek zanîngehan xwendekar dersan boykot dikin û dadikevin meydanan.  BANGAHEQ

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.