Xwendekarê ku diçe sinifa 8em mamosteyê xwe kêr kir

Xwendekarê ku diçe sinifa 8em mamosteyê xwe kêr kir

Li Xarpêtê, xwendekarekî ku diçû sinifa 8emîn, ji ber ku dema kopî dikişand hat qefaltin mamosteyê xwe kêr kir.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin A.B. yê ku di Dibistana Navîn a Lîmakê ku di Taxa Akpinarê de ye û diçe sinifa 8emîn di îmtîhana mazeretê de kopî kişand û hat qefaltin.

Mamosteyê wî ji ber ku A.B. kopî kişandîye kaxizê wî yê îmtîhanê ji wî standîye, dema ku mamoste ji dibistanê derketîye ew mamosteyê xwe A.K. kêr kirîye.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Hat hînbûn ku rewşa mamoste baş e, xwendekar A.B. jî hat binçavkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.