Xwendekarên îmam xatîbê nexweşan ziyaret kirin
Li Semsûrê xwendekarên lîseya îmam xatîbê nexweşan ziyaret kirin û dûvre wek xelat Qur’ana Pîroz û qerenfîl dan wan.
Li navçeya Kahtaya Semsûrê xwendekarên Lîseya Anadolê ya Îmam Xatîba Kahtayê li Nexweşxaneya Dewletê ya Kahtayê nexweşan ziyaret kirin û dûvre wek xelat Qur’ana Pîroz û qerenfîl dan wan.
Xwendekarên ku bi mamosteyên xwe re çûn nexweşxaneyê ji nexweşan re daxwaziya şîfayê kirin. Dûvre wek xelat Qur’ana Pîroz, pirtûka Saîd Nursî û qerenfîl dan nexweş û xizmên nexweşan.
Alîkarê Midûrê Lîseya Îmam Xatîbê ya Kahtayê Mustafa Ari di derbarê mijarê de daxuyanî da. Ari destnîşan kir ku ziyaretên wiha tesîra erênî li ser xwendekaran dihêle.
Dûvre Ari wiha diyar kir: “Beriya her tiştî ez dixwazim bibêjim ku ziyareta xwendekar û mamosteyan a li ji bo nexweşan tesîrekê erênî li ser xwendekaran dihêle. Pêwîst e ku em bizanibin nexweş mihtacê hezkirin, şewqet û merhemetê ne. Xweda şîfa bide hemî nexweşan. Rastî demekî bihest bû.”
Serhekîmê nexweşxanê Op. Dr. Abdulkadîr Dost ji ber vê ziyaretê ji rêvebiriya dibistan, mamoste û xwendekaran re teşekur kirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.