Xwepêşandana Ji Bo Hêsîran
Ji bo hêsîrên di hepsên Îsraîla rejîma terorê de, li Ğezzeyê xwepêşandana destekê hat lidarxistin
Ji bo hêsîrên di hepsên Îsraîla rejîma terorê de, li Ğezzeyê xwepêşandana destekê hat lidarxistin. Çalakîya destekê, li ber bînaya Xaça Sor hat rastkirin.
Grûba han resmên kesên girtî hilgirtin û bangî meqam û saziyên navneteweyî kir da ku ji bo berdana girtiyên nexweş tevbigerin.
Ji hêsîrên kevn Saîde es Saîdî beyan kir ku divê saziyên navneteweyî û saziyên civaka sivîl têkevin dewrê û lîderê el-Fetîhê Mehmûd Ebbas jî di vê mijarê de zorê bide siyonîst Îsraîl.
Saîdî wiha got: “Em bi hêsîrên xwe re ne. Heta ku ew azad bibin, çi ji destê me bê em ê bikin. Ew ê fealiyetên me yên destekê dewam bikin.”
Li gorî Wezareta Hêsîran ya Hikûmeta Filistînê, di hepsên rejîma terorê de 5 hezar û 200 Filistînî hêsîr hene. Ji wan dora 80 heb cîddî nexweş in.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.