Ya Rebbî! Alîkarî Bike
Rojnameya Doğruhaberê vê hefteyê rewşa ummeta Îslamê, xisûsen qetlîam û mezlûmiyetên li Misr û Sûriyê raxist ser manşeta xwe, bi hewara “Ya Rebbî! Alîkarî bike” pêş xwendevanên xwe kir.
Di xeberê de wiha hat diyarkirin:
Li Misrê li diyarê El Benna û Seyyîdan, li memleketê Yûsûf, di rojekê de zêdetirî 3 hezar zarokên Îslamê hatin qetilkirin. Nêzî 10 hezar misluman hatin êşandin û birîndarkirin.
Mixabin hinek zewatê ku warê textê pêxember îşgal kirine û hinek kesên ku ji riya wan ava desmêjê diherike û bawerî bi Xweda û roja axretê anîne destekê didin Fîrewnan û di vê e’melê xwe de tu gunehî jî nabînin.
Mal û can û namûsa mislumanên Rohîngyayê teslîmî muşrîkên Bûdîstan bûne, ew jî ezabê cehennemê dibarînin. Li memleketê Selaheddîn û Nûreddîna, li diyarê Şamê paletên zulmê tên meşandin, milletek mecbûrî mihaceratê bûye. Tenê di hefteyekê de bi deh hezaran însan ji Rojava direvin, derdikevin rêya ğûrbetê.
Li Şamê masûmên ku hê nav li wan nehatiye kirin, di fecra sembola merhametê de, bi gaza Sarînê dikevin xewa ebedî, tên qetilkirin hem jî bi destê caniyên ketine sûretê însên.
Ya Rebbî! Em daim mihtacê merhameta te ne. Ji lew em xwe davêjin te. Li me merhamet bike û alîkarî bike. Ummta Hebîbê te gelek zulm û perîşaniyet dî û kişand. Êdî biharên Îslamî li ser me bibarîne da ku ev ummeta han bigihêje îzzet û serferaziya xwe ya Îlahî! (Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.