Yadkirina Şêx Seîd Efendî
87 Sal Berî Niha, Şêx Seîd Efendî û 47 Hevalên Wî, Li Diyarbekir Hatibûn Îdam Kirin
87 sal berî niha, Şêx Seîd Efendî, me’melên û tevgerînên ğeyrî Îslamî û bêhiqûqî yên dewletê qebûl nekiribû. Ji bo parastina exlaq û şexsiyeta Îslamî, xelasiya dîn û millet, li ber kufr û zulma rejîma cimhûriyetê, qiyama Îslamî kiribû. Ji ber vê yekê jî, ji teref rejîma cimhûriyeta wê dewrê, digel 47 hevaldozên xwe, li meydana derê çiyaya Diyarbekir, hatibû îdam kirin.
Rejîma cimhûriyeta wê dewrê, li ber medyaya ecnebî, qiyama Şêx Seîd Efendî, îsyana şerîet û mîlliyeta Kurdî dida nîşandan, di medyaya navxwe de, ji milletê Tirkiye re jî, hîle û zilamê Îngilîz dida nîşandan. Her çiqas zilamên dewletê, wê dewrê eşkere dikirin ku qiyama Şêx Seîd Efendî, ji bo dîn û şerîet e, ne ji bo milliyeta menfî ye jî, heta niha, di tarîxa resmî de, bi mesela Mûsûl û Kerkûk û Îngilîz re, hîleya Îngilîz tê nîşandan û sirf Kurdewarî tê pêş kirin. Meqsed ew e ku amanc û xizmeta Şêx Seîd Efendî, neyê fêm kirin.
Tê gotin ku sê roj berê qirara mehkemê, li meydana Diyarbekir 48 sêpê ji bo daliqandinê hatine amade kirin. Di mehkemê de, hinek hevalên Şêx Seîd Efendî, ji ber ku Tirkî nizanîbûne, mudafaa xwe bi Kurdî kirine. Ev jî nehatiye qebûl kirin. Şêx Seîd Efendî, berî îdamê, nimêj dike. Salih Beg û Mistefa Begê Hênê, helbest û îlahiyan dixwînin, gava esker qontaxa sîlehê, li milê Mistefa Beg dide, hemî şehîdên ku hatine îdam kirin, li ber eskeran tekbîra didin. Ewilî Feqî Hesen tê îdam kirin. Berî îdamê, Şêx Seîd Efendî ji waliyê Diyarbekir Mursel Bey re dibêje “Emê di mehşer de, hesabê hevûdin bibînin. Madem mucadela min ji dîn û Xweda ye, ez ji daliqandina bi daran ve perwa nakim.”
Wekî tê zanîn, ji bo yadkirina Şêx Seîd Efendî û hevaldozên wî, îro li meydana Batikentê, saet di şeşê êvarê de, xwendina beyanata medyayî ya girseyî tê li dar xistin. Xweda rehma xwe, li Şêx Seîd Efendî û hevaldozên wiyê fedaiyên Îslamê bike. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.