Yahûdiyan Êrîşî Camiya Dawûd Pêxmember Kir

Yahûdiyan Êrîşî Camiya Dawûd Pêxmember Kir

Saziya mîrasa kultur û weqfa El Eqsayê beyan kir ku, komên Yahûdî li bajarê Qûdsê êrîşî camiya Dawûd Pêxember kirine.

Saziya mîrasa kultur û weqfa El Eqsayê beyan kir ku, komên Yahûdî li bajarê Qûdsê êrîşî camiya Dawûd Pêxember kirine. Camiya Dawûd Pêxember, li mehela Ed Ducanî û li başûrê rojavayê Mescîda Eqsayê ye. Hat îfade kirin ku, di êrîşê de hinek mermer û çîniyên Osmanî, yên ji qirna 17an hatine xerakirin.

Serekê saziya El Eqsayê Zekî Muhammed, di beyanê de diyar kir ku êrîş ne ya ewil e, berî niha jî êrîş li camiyê hatiye kirin, û qata ewil ya camiyê jî guherandine sînagogê. Her wiha Yahûdî li eserên din jî êrîşan rast dikin. Divê camî teslîmî muslumana bibe.

Li aliyê din berdevkê hereketa Hamasê Fewzî Bûrhûm, der heqê Emrîka de peyivî. Fewzî Bûrhûm da zanîn ku serekê Emrîka Barak Obama tesdîq kiriye ku 480 milyon dolarî ji bo kirîna fuze û malzemên eskeriyê bidin Îsraîl. Ev jî tê vê me’nê ku, Emrîka siyonîst Îsraîlê teşwîkî qetl û kuştina Fîlîstîniyan dike.

Her wiha Fewzî Bûrhûm gazî îdara Emrîka kir ku dev ji desteka li rejîma Îşgalker û ji polîtîkayên hevalbendiya îşgalê berde, îmaja xelkê Emrîka gemmarî neke, zirarê nede xelkê Fîlîstîn û herêmê.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.