Yapicioglu beşdarî taziya malbata Mîrzaoglu bû

Yapicioglu beşdarî taziya malbata Mîrzaoglu bû

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu beşdarî taziya diya Yahya Mîrzaogluyê ku ev 23 sal ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de ye bû .

Her weke ku tê zanîn Yahya Mîrzaoglu berî vê 23 salan ji ber nasnameya xwe ya Îslamî bi komplo û kumpasan ji teref hêzên tarî ve hat girtin.Diya Yahya Mîrzaogluyê ku ev 23 sal e girtî ye berî vê çend rojan çû rehma Xwedê. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu  beşdarî vê taziyê bû û ji Zekeriya Mîrzaogluya ku rehmet kiriye re rehmet û ji naskirîyên wê re jî sebrê ji Xweda Teala niyaz kir.

Her weke ku dê bê bîran berî vê çend mehan bavê Yahya Mîrzaoglu jî wefat kiribû  û jê re destûr nehatibû dayîn da ku beşdarî şîna bavê xwe bibe.

Endamên malbatê ji ber îhlalên heqan ên ku tên kirin ji rewşê re bertek nîşan dan û diyar kirin ji kesên Ergenekonê hatine girtin re berî niha çendîn carî destûr hatiye dayîn ku ev yek jî neheqî ye.

ÎLKHA











HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.