Yapicioglu: Bi izna Xwedê di gera duyemîn de em ê Birêz Serokomar cardin bikin Serok

Yapicioglu: Bi izna Xwedê di gera duyemîn de em ê Birêz Serokomar cardin bikin Serok

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derheqê encamên hilbijartinên ku hatin kirin de nirxandinan kir.

Yapicioglu di nirxandina ku kir de destnîşan kir “Hemd ji Xweda re ku kir nesîbê me em di vê rêyê de poşman nebin. Di pêvajoya hilbijartinê de bûyer û tiştekî menfî çênebû û ekserîyetê welatîyan çûn li ser sindoqan û dengên xwe dan. Hemd ji Xwedê re hevalên me wek parlementer hatin hilbijartin. Ez ji Rebbê xwe daxwaz û hêvî dikim ev hilbijartin bibin wesîleya xêr û bereketan. Bi izna Xwedê di gera duyemîn de em ê Birêz Serokomar cardin bikin Serok. Em ê bi gavên bi hêz ber bi hedefa ‘Tirkîyeya Xweser a Kamil’ bimeşin. Ez ji wan welatîyên ku destekê dan min re teşekkur dikim. Her wisa ji temamê endamên me yên teşkîlatên me re jî teşekkur dikim. Xweda ji temaman razî be.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.