Yapicioglu: Bila ti kes hêvî neke ku em ji endamtîya Swêdê ya li NATOyê re bibêjin erê

Yapicioglu: Bila ti kes hêvî neke ku em ji endamtîya Swêdê ya li NATOyê re bibêjin erê

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku destnîşan kir divê Swêd daxilî NATOyê neyê kirin diyar kir Swêd bi şiklekî aşîkar ji Îslamê re dijmintîyê dike.

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê di bernameyeke televîzyonê ya ku beşdarî bû de derheqê rojeva derve de nirxandinan kir.

“Ger derheqê endamtîya Swêdê ya li NATOyê de tiştek were parlementoyê em destekê nadin wê û jê re nabêjin erê”

Yapiciogluyê derheqê endamtîya Swêdê ya li NATOyê de nirxnandinan kir destnîşan kir “ Ji ber ku Swêd ji Îslamê re dijmintîyê dike divê ji NATOyê re neyê girtin. Bila ti kes hêvî neke ku em ji endamtîya Swêdê ya li NATOyê re bibêjin erê. Dixwaze bila Swêd be dixwaze bila welatekî din be ferq nake her kesê ku ji Îslamê re dijmintîyê bike û derheqê wî de tiştek were meclîsê da ku jê re destek bê dayîn em ê destekê nedin wî tiştî û em ê hewl bidin ew tişt ji meclîsê derbas nebe.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.