Yapicioglu: Deshilatî bidin me, em hem dikarin emanetê biparêzin hem jî dikarin ew ê herê baş bikin!

Yapicioglu: Deshilatî bidin me, em hem dikarin emanetê biparêzin hem jî dikarin ew ê herê baş bikin!

Di weşana vîdeoyî ku ji teref HUDA PARê ve hat belavkirin de, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derheqê Hilbijartina Mehellî ya 31ê Adarê de peyaman belav kir, ji bona ku bajarên welat baştir bin hemû xelkê dawetê dengdayîna HUDA PARê kirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di weşana vîdeoyî de, ji welatîyên ku ray didin re bang kir ku bila bibêjin “Vê Carê HUDA PAR”.

Yapicioglu ku bang li xelkê kir, destnîşan kir ku fêhma HUDA PARê di bingeha; edalet, emanet, ehlîyet û lîyaqat e de ye.

“Ji roja ku em bi şîara ‘Sîyaseta Dirûst, Edaleta Rast’ derketin rê heta îro daîma xatira Heq alî girt”

Yapicioglu îfade kir ku ew însanê digrin navenda xwe û bi fêhma sîyaseta ku meslehetê didin ber çavên xwe ji sîyasetê re hilmekî nû anîtin, “Ji hilbijartina ku di 31ê Adarê de bê lidarxistin re demekî hindik maye. Hilbijartin, di çûndin û pêşeroja welat de merhaleyekî krîtîk in. Em wek HUDA PARê dibêjin ku edalet, emanet, ehlîyet û lîyaqat bingeha fêhma me ye. Me ji roja ku em bi şîara ‘Sîyaseta Dirûst, Edaleta Rast’ derketin rê heta îro daîma xatira Heq alî girt. Me bi fêhmekî ku menfeat û mesleheta xelkê xwe dida ber çavê xwe hereketê kir. Me ji sîyasetê re hilmekî nû da qezenckirin, me bi nerînekî ku însanê digre navenda xwe derxist holê.”

“Ez hemû xelkê xwe bi gotina vê carê HUDA PAR banga dengdayînê dikim”

Yapicioglu di axavtina xwe de ayeta 55emîn a Sûreya Yusifê bibîrxist û weha got, “Di rabûn û pêşveçûna hem di warê meddî hem jî menewî de ehemmîyeta bireveberîya mehellî gelek mezin e. Di vî warî de Hezretî Yusuf gotibû ku, ‘Min ji xazîneyên welat re tayîn bike! Çîmkî ez baş diparêzim û vê karê jî zanim.’ Em jî wek wî dibêjin; Ji me re deshilatdarîyê bidin û bi îzna Xwedê em ê hem vê emanetê biparêzin hem jî ew ê herî baş lidarbixin. Em bang li hemû xelkê xwe dikin ku bila bibêjin ‘Vê carê HUDA PAR’. Ez bang dikim ji bona ku bajarên xwe xweş û geş bikin werin em bi hev re bimeşin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.