Yapicioglu di gera duyemîn de jî ji bo Erdogan banga destekê kir

Yapicioglu di gera duyemîn de jî ji bo Erdogan banga destekê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku li Stenbolê bi Bidlîsîyan re hat cem hev bang li wan kesên ku di gera yekem de destek dan Erdogan kir û ji wan daxwaz kir ku ew sist nebin û di gera duyemîn de jî destekê bidin Erdogan.

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku li Taxa Mehmet Akîf a li Stenbolê bi Bidlîsîyan re hat cem hev derheqê gera duyem a hilbijartinên serokomartîyê de nirxandinan kir.

Yapicioglu di nirxandina xwe ya ku kir de ji welatîyan daxwaz kir ku ew muheqqeq biçin li ser sindoqan û dîsa destekê bidin Erdogan. Yapicioglu wisa li nirxandina xwe zêde kir: “ Em dîsa roja yekşemê biçin li ser sindoqan. Divê mutleqe em cardin biçin li ser sindoqan û dengê xwe bidin. Di gera yekem de ti kes wek serokomar nehat hilbijartin. Di vê gerê de kî zêdetir dengan bistîne ew ê bibe serokomar. Ji xwe hûn helwesta me ya di hilbijartinan de dizanin. Di gera ewil de me destek dabû Erdogan û em ê di vê gerê de jî destekê bidin wî. Divê welatîyên me sist nebin û di gera duyemîn de jî destekê bidin Erdogan.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.