Yapicioglu: Em ji bo makeqanûna nûamade ne tiştê ku ji destê me tê bikin

Yapicioglu: Em ji bo makeqanûna nûamade ne tiştê ku ji destê me tê bikin

Zekerîya Yapiciogluyê Cîgirê Partîya Doza Azad derheqê xebatên makeqanûna nû de daxuyanîyek belav kir.

Yapicioglu di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, ew di vê pêvajoya amadekirina makeqanûna nû de amade ne tiştê ku ji destê wan bê bikin.

“Ji ber ku rê li ber makeqanûna nû hat vekirin em memnun in”

Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, divê temamê terefên civakê beşdarî vê xebata makeqanûna nû bibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger ji temamê civakê beşdarbûn çêbibe mimkûn e ku makeqanûneke nû bê amadekirin. Em wek HUDA PARê ji bo makeqanûna nû amade ne ku tiştê dikeve li ser milên me bi cî bînin. Weke ku ku hûn jî dizanin di 16ê Nîsanê de me destek dabû guhartina makeqanûnê. Dema ku me vê yekê kir me destnîşan kir, divê temamê makeqanûna ku ji ber darbekeran maye bê guhartin, heger ev yek ne mimkûn be çi qas ji holê bê rakirin û di şûna wê de ya nû bê amadekirin dîsa jî baş e. Ji wan sedemên muhîm  a destekdayîna referandûmê sedemek jî ev bû.Niha ji ber ku rê li ber makeqanûna nû hat vekirin em memnun in.”

“Divê ev fersend neyê hebakirin”

Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, makeqanûna mewcûd ji kokê heta serî li zirara vî milletî ye û dû re wiha got: “Bi vê makeqanûna darbeker azadîya însanê me tê sînordarkirin, qada siyasetê bi sazîyên wesayetê tê tengkirin û destê merivan tê girêdan. Divê temamê terefên civakê beşdarî vê xebata makeqanûna nû bibin. Divê ev fersend neyê hebakirin. Em wek HUDA PARê ji bo makeqanûna nû amade ne ku tiştê dikeve li ser milên me bi cî bînin.”

 

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.