Yapicioglu: Êrîşa rezîl a ku li hember Quranê hat kirin qetîyen nayê qebûlkirin

Yapicioglu: Êrîşa rezîl a ku li hember Quranê hat kirin qetîyen nayê qebûlkirin

Zekeriya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê got: "Ez êrîşa rezîl a ku li hemberî Qur'anê hatiye kirin bi tundî şermezar dikim û le’netê lê tînim. Divê muheqqeq li gorî hiqûqa navneteweyî hisab ji kesên mesûl bê pirsîn.”

Zekeriya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê bertek nîşanî êrîşa ku li Swêdê li Qur'anê hat kirin da.

Yapicioglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got:

“Êrîşa rezîl a ku di roja ewil a Îda Qurbanê de li Swêdê li ber Mizgefta Stockholmê hat kirin, qet nayê qebûlkirin. Ev êrîşa ku ne ya yekem e, nikare wekî sûcê nefretê ya ku munferîd hatiye kirin were hesibandin. Ev êrîşa rezîl a li hember Quranê wek berê dîsa di bin hîmayeya polês hikûmeta Swêdê de hat kirin. Ev yek nîşaneya eşkere ye ku Îslamofobî weke polîtîkaya dewletê hatiye qebûlkirin.

Ez êrîşa rezîl a ku li hemberî Qur'anê hatiye kirin bi tundî şermezar dikim û le’netê lê tînim. Divê muheqqeq li gorî hiqûqa navneteweyî hisab ji kesên mesûl bê pirsîn. Divê Teşkîlata Hevkariya Îslamî û welatên Îslamî dev ji gotinên şermezarkirinê berdin û gavinan bavêjin, hemû têkiliyên bazirganî û dîplomatîk ên bi Swêdê re qut bikin û boykoteke berfireh bidin destpêkirin. Di vî warî de, Fasê Balyozê xwe yê Stockholmê ji bo demeke nediyar vekişand ku divê ev yek ji bo welatên din ên Îslamî bibe mînak. Li aliyê din divê Tirkiye endamtiya Swêdê ya NATOyê veto bike.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.