Yapicioglu: Ji dijminê milletê re rayan nedin hûn didin kê bidin wê

Yapicioglu: Ji dijminê milletê re rayan nedin hûn didin kê bidin wê

Yapicioglu: “Kî ji bo menfeata xwe ya sîyasî milletê ji hev re dike dijmin û wan tevlîhev dike ew neyarê temamê milletê ye. Ez ji welatîyan re vêya dibêjim! Ji dijminê milletê re rayan nedin, didin kê bidin wan.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Yalovayê beşdarî bernameya fitarîyê ku ji teref partîya wî ve hatibû sazkirin bû.

Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û Yapicioglu di bernameyê de axavtinek kir, di axavtina xwe de derheqê Xezzeyê de axivî û li ser wezîfeya ku divê ummeta Îslamê bi kar bîne balan kişand û got ku ummeta Îslamê wezîfeya xwe bi cîh nayne.

“Me ji bo Xezzeyê wezîfeya xwe bi cîh neanît”

Yapicioglu weha axivî, “Rebbê min ji me re ji bo fitarîyê ku em bixwin xwarinan daye me lê li Xezzeyê xûşk û birayên me tiştekî tine ku bixwin, bila Rebbê min ji wan re derîyê xêrê vebike. 167 roj derbas bû. Di êrîşa ku li dijî Xezzeyê hatîye lidarxistin de bi dehhezaran şehîd, ji 70 hezarî zêdetir birîndar û gelek xanî û avahî xera bûne. Ya herî xerab jî ji 2 milyarî zêdetir alema Îslamê heye û wan xûşk û birayên me di vê meha Remezanê de, ji ber ku ji wan re alîkarîyekî nekirine ji ber birçîbûnî û bêdermanîyê canê xwe ji dest didin. Gelo di vê meha Remezana ku serê wî rehmet, orta wî mexfîret û dawîya wî jî xelasîya ji ezaba cehennemê ye de, bawer dikin ku bi duakirinê em ê ji ezaba wan zarok, bebik, pîrek û îxtîyarên ku ji birçîna dimrin, li ser serê wan bombeyên kîmyewî têne barandin û bedenên wan parçe parçe bûye xelas bibin? Ez ji ser şexsê xwe dibêjim… Em 2 milyar alema Îslamê wezîfeya ku li ser me bû bi cîh neanîtin. Ger ku me wezîfeya xwe bi cîh bianîta ew ê ev xwîn bisekinîya. Ger ku tiştên em dikin qîm bikirana ew ê van xûşk û birayên me ji birçîna nemirîyana. Ger ku em bibûna yek em ê bi boyqotê wê sîyonîzma ku tenê bi boyqotê serê xwe li ber me bitewîne bida sekinandin. Mixabin boyqota ku em dikin ji xwe dirûba boyqotê pê nakeve, jı xwe me bazirganîya xwe ji bi wan re qut nekir û me têkilîyên xwe yên sîyasî jî bi wan re qut nekir ku ew gavên paş bavêjin. Bila Rebbê min dawîya me bixêr bike. Xûşk û birayên me yên li wê derê ji me re fedekarî çawa dibe, welat çawa tê parastin, îman tiştekî çawa ye û berxwedan çawa tê nîşanda nîşanê me dan. Ew mamostetîyên xwe gelek baş bi kar anîtin lê me xwendekartîya xwe bikarneanît, em di sinifê de man.”

“îsraîl li Xezzeyê winda kirîye”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de ayeta Xwedê ku di Qurana Pîroz de dibêje ‘Ji wan kesên ku di rêya Xwedê de hatine kuştin re nebêjin mirî.’ Bibîrxist û weha got, “Ew ji nemirîyê re gihaştin. Ew ê kê em mirîyên ku nefesê digrin, dimeşin û zindî ne vejîne? Ger ku vê rewşa Xezzeyê ji me re rih nedabe, ger ku me ranekiribe pîya em ê kengî rabibin pîya? Divê em demekî dirêj li ser vêya bifikirin. Alîyê ku bi me dikeve… alîyê ku bi Xezzeyê dikeve heye. Ez cardin diwxazim ku ji 2 milyar alema Îslamê re bidim bibîrkirin. Yên ku herbê qezenc dikin ne wan kesên ku zêde însanan dikujin in. An jî yên ku zayîadên wan zêde ne di herbê de mexlûb nabin. Belê, dibe ku qetlîama li wê derê neyê sekinandin hejmarê şehîd û birîndaran bighêje sedhezaran. Lê em vêya bîrva nekin… heta ku Cezayîr serxwebûnîya xwe bidestxist 3 milyon insanan şehîd da. Li Efxenistanê pêşî sovyetan dûre jî Emrîqa bi milyonan însanan qetil kirin lê îşxalkeran li wê derê nikaribûn xwe bicîhbikarana. îsraîl jî li Xezzeyê winda kirîye. Jan û êşa windakirinê ji zarok, pîrek, bebik û sîvîlên bê çekan distîne. Ev tişt dîmena windakirina wî ya hem bi exlaqî hem jî bi sîyasî ye. Her roj ku diçe jî ew di dinyayê de tenê dimîne. Zêdekirina vê zilmê jî ew ê bi îzna Xwedê destpêka dawîya wî be.”

“Ji bona ku em di her cîh de biqewet bin li gorî bawerîya xwe me wezîfeya xwe bi cîh neanît”

Yapicioglu bal kişand ku 75 sal e berxwedan neqedîyaye û li gorî îro ew di demên ku ziîfbûn de jî berxwedanê domandin û di her herbê de bi qewettir derketin:

“Hêvîya me ew e ku ew ê ev qetlîam û qirkirina ku bi zindî tê temaşekirin wê 2 milyar alema Îslamê şîyar bike. Raste em nikarin tiştekî bikin, çîmkî zeafên me hene. Zeafên me yên sîyasî, leşkerî, aborî, fikrî û îtîqadî hene, ji ber vê yekê em di vê halê de ne. Rebbê me ji me dixwaze ku em bibin yek lê em parçe parçe ne. Resûlê Xwedê ji me re weha dibêje, ‘Muminê biqewet ji muminê ziîf xêrtir e.’ Lê em vêya jî tenê bi qeweta meddî fêhm dikin. Ji bona ku em di her warî de û di her beşê de biqewet bibin, me wezîfeya ku li gorî îtîqada xwe li ser me dikeve bi cîh neanîtîye û me berê xwe ji Rojavayê re zivirand. Çi dirûbe me li Rojavayê ket çi jî em wek xwe man. Bi vê şekla îro em sefîl bûn. Merhûm Alîya Îzzetbegovîç çi xweş gotîye… Herb, dema ku tu bimrî winda nabe, dema ku tu bibî wek dijmin wê çaxê winda dibe. Niha em ji xwe re bipirsin… Em çiqas wek xwe mane? Çi qas dirûbê me bi dijmin dikeve? Divê em vêya ji xwe bipirsin. Bi îzna Xwedê ew ê Xezzeyê ji me re rih bide û ez wisa bawer dikim ku ew ê me ji nû ve vejîn bike.”

“Ez însanekî wek serokê giştî yê demborî yê CHPê ku ew qas bi rehetî dikare derewan bike cara yekem dibînim”

Yapicioglu derheqê hilbijaritna ku di 31ê Adarê de bê lidarxistin de jî axivî û weha got, “Li çar alîyê memleket partîyên sîyasî dixebitin. Ew ê ku rast e jî ev e. Lê di vê kelecanê de kê çi dike? Gelo hûn dîqet dikin? sîyaset ketîye çi halî. Bînin bîra xwe di hilbijartina 14ê Gulana 2023yan de di hedefa hemû partîyên tîfaqa milletê de HUDA PAR hebû. Ew ê ku nizanibe ew ê bigota qey namzedê HUDA PARê bûye namzedê Serokkomarîyê û bi wê şeklê dihatin li ser HUDA PARê. Hetta wê demê min henekek kiribû û gotibû, ‘CHP zen dike ku Kiliçdaroglu û Yapicioglu pêşbirkê dikin lê bi vê şeklê be ew ê di arê de Erdogan qezenc bike.’ Ew daîma derewan dikin û ji wan derewên xwe re derewên nû zêde dikin û wan derewên xwe didomînin. Ez însanekî wek serokê giştî yê demborî yê CHPê ku ew qas bi rehetî dikare derewan bike cara yekem dibînim.”

“Ji dijminê gel re, ji derewçîyan re rayan nedin hûn didin kê bidin wan”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de weha got, “Ez naxwazim zêde wextê we bigrim lê dixwazim li hember van qemerayan van tiştan bibêjim. Pêxemberê me selat û selam li ser wî be weha dibêje, ‘Yê ku me dixwapîne ne ji me ye’ Ez ji miletê xwe re dibêjim, xêra wan kesên ku we dixwapînin, ji bona ku 3-5 rayan zêde bistînin tiştên ku tinene weka ku hene nîşan didin ji we re tineye. Me jî ji serê ewil ve ku em derketine vê rê heta niha gotîye ku ‘em ê ji miletê xwe re derewan nekin, em ê çavê xwe nekin malê xelkê û em ê ji tiştên ku ji me re emanet hatine dayîn re tu dem îxanetê nekin’. Di vê memleketê de însanên ku fikrên wan ji hev cuda ne jî hene lê tiştê ku em li ser wî hevpar in heye ku ew jî însanbûna vê memleketê ye. Însanên ku di hilbijartinê de ji partîyên cuda re rayan didin piştî hilbijartinê di heman taxê de bi hev re dijîn. Em vêya dibêjin… ji wan kesên ku ji bo 3-5 rayan we dikin singê hev re prîm nedin. Ew ji bona ku îro hilbijarinê qezenc bikin agir didin ber kayê. Dema ku sibe hilbijartin biqede ha we dît hatin cem hev û bi hev re dikenin. Yê ku hûn dikin jî ew ê bi we bimîne. Ji ber vê yekê divê em bi miletî vêya bikin. Ev hilbijartinekî ye, em naçin herbê. Partîyên sîyasî jî ne dijiminê hevdû ne, ew hemberên hevdû ne. Kê ji bo menfaeta xwe ya sîyasî milletê ji hev re bike neyar ew ji temamê milletê re dijmin e. Ez ji welatîyan vê dixwazim vêya bibêjim! Ji dijminên miletê re rayan nedin hûn didin kê bidin. Bi rastî partîyên sîyasî ji bo namzedên xwe rayan diwazin. Helbet ez jî vêya dixwazim lê berîya vêya jî hûn ji wan kesên ku miletê dikin singê hev re rayên xwe nedin, wekî dinê hûn didin kê bidin wan.”

Bername bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.