Yapicioglu:  Komek heye ku daxwaz dike  li welêt rageşî derkeve

Yapicioglu: Komek heye ku daxwaz dike li welêt rageşî derkeve

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di bernemeyeke televîzyonê ya ku beşdarî bû de derheqê rojevê de nirxandinan kir.

Yapicioglu di nirxandina ku kir de bal kişand li ser wan kesên ku li ser fikrekî hatine ba hev û daxwaz dikin li welêt alozî û rageşî hakim be.

“Hinek kes, kom, mîhrak û derdor hene ku daxwaz dikin li welêt alozî û rageşî hakim be”

Yapicioglu di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir, hinek kes hewl didin ên li Qandîlê wek nûnerê temamê Kurdan yan jî temamê Kurdan wek baronê herbê yên Qandîlê nîşan didin ku ev yek bêexlaqî ye. Yapicioglu dûre wiha li nirxandina xwe zêde kir: “Em li sehayê ne û bi welatîyan re di têkilîyê de ne. Em karê xwe dikin. Em ji xwe re dibêjin, em ne ji netîceyê ji kirin û xebatê mesûl in. Encam diyar be jî ji sedî sed em qezenc bikin jî em ê dîsa navberê nedinê û bixebitin. Lewra me ji endam, dildar û hezkirîyên xwe re got ku rêje çi qas zêde be ew qas baş e. Bi izna Xwedê ew ê di gera ewil de xelas bibe. Lê divê bi ferqeke hindik xelas nebe. Lewra ew ê muxalefet rabe û bibêje ‘ew hîle kirin.’ Û dest bi derewam bikin. Ji ber vê yekê ez ji vê derê dibêjim werin em Birêz Serokomar bi rêjeyeke mezin di gera ewil de bihilbijêrin da ku dengê wan kesên niyetxirab bê qutkirin û miradê wan kesên ku hewl didin kolanan tevlîhev bikin di ber wan de bimîne. Encam çi dibe bila bibe hinek kes, kom, mîhrak û derdor hene ku daxwaz dikin li welêt alozî û rageşî hakim be.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.