Yapicioglu li Malatyayê erdhejzedeyan ziyaret kir  û derd û kulên wan guhdar kir

Yapicioglu li Malatyayê erdhejzedeyan ziyaret kir û derd û kulên wan guhdar kir

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Meletiyê ziyaretên xwe didomîne

Yapicioglu û heyeta pêre li Malatyayê Bajara Konteyner a Teknokentê, Qeymeqamê Navçeya Qaleyê Mustafa Aksoy û dû re Navenda Koordînasyonê ya Kerwana Hêvîyê, Weqfa Yetîman, Avrupa Yetim Eli û IHO EBRARê ziyaret kir. Yapicioglu li navenda koordînasyonê pirsa dildaran kir û wan guhdar kir.

Yapicioglu piştî ziyaretên kir re derbaê rewşa dawî ya erdhejzedeyan de wisa nirxandinek kir:

Divê em qebûl bikin ku ew birînên ku erdhej ji wan re bûne sedem ew ê zû bi zû neyên girtin. Lê hemd ji Xwerê re, me di van du rojên dawî de nexasim li Semsûr û Malatyayê dît ku xelk hêdî hêdî bi xwe ve tê. Bi izna Xwedê ger xelk bi temametî derbasî malên xwe bibin ew ê ev birîn karibin bi temametî bê pêçan. Me li Malatyayê bajara konteyner a ku lê 10 hezar kes dimîne ziyaret kir. Me li wê derê derd û kulên welatîyên xwe guhdar kir. Me dît ku gelek îxtîyacên welatîyan li wê derê tên tedarikkirin; lê belê ev îmkanên li wê derê nabin wek ên malê. Em hêvî dikin xanî demildest xelas bibin û welatî vegerin malên xwe.”

“Divê ji provokatoran re fersend neyê dayîn û meydan ji wan re neyê berdan”

Yapicioglu di dawîya axavtina wê meseleya ku li Êlihê rû da nirxand û destnîşan kir: “Hinek kes hewl didin welatîyan provoke bikin. Berî vê çend rojan li Êlihê meselekek rû da û ji ser vê meseleyê li hember me kampanyaya lînçê dan destpêkirin. Dû re derket holê ku ew mesele û bûyer meseleyeke lihevhatî ye, ango derew e. Divê ji provokatoran re fersend neyê dayîn û meydan ji wan re neyê berdan.”(ÎLKHA)


HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.