Yapicioglu li Rihayê li Gola Masîyan xelkê zîyaret kir

Yapicioglu li Rihayê li Gola Masîyan xelkê zîyaret kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji bo çend zîyaretan çûbû Rihayê, li vê derê bi xelkö re hat cem hev.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, pêr li Rihayê çend bername û zîyaretan li dar xist, doh jî çend bernameyên cuda tertîp kir. Yapicioglu di çarçoveya vê bernameyê de serê ewil bi rîspî û aliman re hat cem hev.

Yapicioglu ku alim û rîspîyan zîyaret kir, li Gola Masîyan cîhên dîrokî zîyaret kir.

Zekerîya Yapicioglu li vê derê bi xelkê re hat cem hev û bi wan re sohbetê kir.

Welatî ji Yapicioglu re eleqeyekî mezin nîşan dan û Yapicioglu jî bi zarokan re ji bo masîyên di golê de êm avêtin.

Hat îfadekirin ku dûre Yapicioglu dikandaran zîyaret kir, pirsgirêka dikandarên Meydana Haşîmîyeyê gohdar kir û Remezana wan pîroz kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.