Yapicioglu serxweşî li malbata Akbalikê da

Yapicioglu serxweşî li malbata Akbalikê da

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û lijneya pê re beşdarê taziyeya Huseyîn Akbalikê 24 sal di girtîgehê de ma û dûvre di encama nexweşiya xwe ya ku duçar bû de jiyana xwe ji dest da bûn.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û lijneya pê re beşdarê taziyeya Huseyîn Akbalikê 24 sal di girtîgehê de ma û dûvre di encama nexweşiya xwe ya ku dûçar bû de jiyana xwe ji dest da bûn.

Yapiciogluyê ku di taziyeya Huseyîn Akbalikê de axivî bal kişand ser fedakariya Huseyîn Akbalikê 24 sal di girtîgehê de mabû.

“Ey mamosteyê fedakariyê!”

Yapicioglu wiha destnîşan kir: “Serpêhatiyeke birayê me yê Huseyn a ku belkû tu kes nizane heye. Dema ku di sala 1994an de hat girtin dixwastin ku bi komployên ku zaliman lidar dixistin wan bikêşin nav tarîtiyê. Lê Huseyîn hîleya wan wekê bendeke birî û nehêşt ku birayên wî yên Misliman pê re nekevin nav bîrê. Wî fedakariyeke wiha kir. Ew tenê wek bersûcê ku dosyeya li ser navê komployeke mezin hatibû amadekirin ma. Wî hemî balan kişand ser xwe da ku kesekî zirarê nebîne. Wî fidakariyeke wiha kir. Ez jî ji bo Xweda şahidê vê yekê me. Ji Ber vê yekê min jê re got ‘Ey mamosteyê fedakariyê’. ”

 “Dê zalim tu wext armanca xwe bi dest nexin”

Yapicioglu wiha pê de çû: “Birayê me yê ku hemî jiyana xwe ji bo doza Xweda feda kiriye înşaellah dê di nav cinetê de were pêşewazkirin. Zalimên ku dê ruhê wan were sitandin ebedil ebed dê di nav dûjehê de bimînin. Bila ew cezaya sermedî bidin. Bila ew vê dinê ji evdên salih ên Xweda re bikin zindan. Dê avdên salih ên Xweda qet xwe li paş nedin. Dê zalim tu wext armanca xwe bi dest nexin.”

Piştî ku Yapicioglu duayê dayîka Meryema kovandar sitand dê wiha axivê: “Hemd ji Xweda re. Diyariya Xweda bû da û sitand. Hemd ji Xweda re ku wî jiyana xwe di rêya Xweda de feda kir. Min her dû lawê xwe di rêya Xweda de feda kir.”

“Ev ezîz di dilê me de şewatên pir mezin dihêlin û diçin”

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Bahattîn Temel di ziyareta taziyeyê de axavtineke kurt kir. Temel wiha axivî: “Dema ku însanên ezîz yên wiha ji nav me diqetin ew ezîz di dilê me de şewatên pir mezin dihêlin û diçin. Lê em li vê ewle ne ku sebr û sebatên wan ên li ser vê heqîqetê, zehmetiyên ku ew ji bo doza Hz. Muhammed (sxl) dikêşin û tehemula wan teselî dide me.”

ÎLKHA























HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.