Yapicioglu: Xoce Erbakan digel hemî zextan nequtifî

Yapicioglu: Xoce Erbakan digel hemî zextan nequtifî

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bi minasebeta Wefata merhûm Xoce Erbakanê ji serokwezîrên kevin peyameke weşand.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bi minasebeta Wefata merhûm Xoce Erbakanê ji serokwezîrên kevin peyameke weşand. Yapicioglu di peyamê de diyar kir ku Xoce Erbakan digel hemî zextan nequtifiye.

Yapicioglu anî bibîranîn ku piştî hewl û micadelekî dirêj merhûm Erbakan rûniştiye ser meqamê. Lê di encama bêhezimtiya hişmendiya rejîma wesayet û derbeker ji wezîfa xwe hatiye dûrxistin. Yapicioglu dûvre ragihand ku derbeya 28ê Sibatê bi piştgirî û teşwîqa emperyalîzma Sîyonîst a navneteweyî pêk hatiye.

Yapicioglu wiha pê de çû: “Necmettîn Erbakanê serokwezîrê vê heyama vê derbeyê pergala kapîtalîst, berjewendên sîyonîst a kureyî gor xwe yek û yek diyar kiriye. Lê digel vê yekê mixabin hêj jî gelek kes wî fêm nekirine.”

 “Merhûm Xoce Erbakan baş nehat fêmkirin”

Yapicioglu diyar kir ji ber ku merhûm Erbakan asabiyeta qewmê îtiraz kiriye ew hatiye darizandin û dûvre hatiye mehkûmkirin. Dûvre Yapicioglu wiha destnîşan kir: “Lê digel hemî zextan nequtifî. Xoce Erbakan di derbarê vê yekê de baş nehat fêmkirin. Di nav kesên ku li ber destê merhûm Xoce Erbakan mezin bûne berdevkiya xusûsên îtiraza ku wî dikir dikin. Ev yek rewşeke pirr xemgîn e.” (ÎLKHA) 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.