Yapicioglu: Yên ku berdêl nedane an jî nikarin berdêl bidin, nikarin ti encamekê bi dest bixin

Yapicioglu: Yên ku berdêl nedane an jî nikarin berdêl bidin, nikarin ti encamekê bi dest bixin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu weha got, "Divê em bi lez û bez gotûbêj bikin û bigihin encamekê ku çawa li Xezze û Filistînê xwîn tê rijandin, birçîbûn û xizaniya li wir ji holê rabe, wêrankirina wê derê çawa were sekinandin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu beşdarî Forûma Parlementerên Îslamê ya Navneteweyî a 4emîn ya ku li Stenbolê hat lidarxistin bû. Wî di axaftina vekirinê ya bernameyê de daxuyaniyên girîng da.

Bernameya ku Temsîlkarê HAMASê yê Karên Derve Xalid Meşal bi telekonferansê axivî û ji dehan welatên îslamî gelek parlementer bi xwe beşdar bûn, bi tîlaweta Qurana Pîroz dest pê kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di bernamê de axavtinek kir û diyar kir ku rewşa bi êş a ummetê ji ber dubendiyan e û destnîşan kir ku ji bo ev rewş bê sererastkirin divê teşhîsa rast bê kirin û tedawî bê destpêkirin.

Yapicioglu piştî silavkirina beşdaran, diyar kir ku ummet di rojên dijwar de derbas dibe û diyar kir ku dema yekitiya ummetê xera bibe, dema astengkirina jî ji holê radibe.

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de weha got, "Em di rojên dijwar de derbas dibin. Ev demeke dirêj e ceribandina me giran bû. 7 hefte ye agir li ser Xezzeyê dibare. Xezze 17 sal in di bin dorpêçê de ye. 106 sal in Filistîn di bin îşxalê de ye. Dema ku yekitiya me şikest, ti qeweta me ya astengkirinê nema, hêza me belav bû, em hatin girtin, em hatin bin pê kirin, hurmeta me hatin binpêkirin, zarokên me hatin qetil kirin. Lê mixabin ev rewş hê jî berdewam e, em li ser çawaniya rawestandina vê rewşê gotûbêj dikin, mixabin em nikarin tiştekî zêde bikin, ji ber ku ev demeke dirêj e ku em li ser vê mijarê tenê di warê encam de gotûbêj dikin, em nikarin pir bi bandor bin.”

"Yên ku berdêl nedane an jî nikarin berdêl bidin, nikarin ti encamekê bi dest bixin."

Yapicioglu destnîşan kir ku dê di 4emîn Civîna Parlementoya Îslamê ya Navneteweyî ya ku li Stenbolê hat lidarxistin da 3 rojan mêvanên girîng axaftinên girîng bikin û weha got:

“Divê îro em karibin nîqaş bikin û biryar bidin ka em çawa dikarin van encamên bi êş ji holê rakin. Divê bi lezgînî nîqaş bikin û bigihin encamekê ku em ê çawa xwînrijandina li Xezze û Filistînê rawestînin, birçîbûn û xizaniya li wir çawa ji holê rakin, em ê çawa wêrankirina wir rawestînin û li wir ji nû ve ava bikin. Divê em li ser vê yekê jî bifikirin: Berpirsiyariya parlamenteran di vî karî de çi ye û divê hikûmet çi bike? Erka çapemeniyê çi ye, divê civaka sivîl û girseya gel çi bike?

Belê, ev mijar in ku divê em tavilê li ser nîqaş bikin û biryarekê bidin, lê tiştekî ji vê girîngtir heye. Ji vê girîngtir ev e: Çima em mistezef bûn? Çima em bêçare man? Ze’fîya me yên siyasî çi ne? Em çawa dikarin zeafîya xwe ya aborî derbas bikin? Rêyên ku em zeafîyên xwe yên ruhî û fikrî derbas bikin çi ne?

Helbet di demeke dirêj de divê em zêdetir li ser van mijaran bifikirin û bersiva van pirsên avaker û dijwar bibînin. Divê zanyar, akademîsyen û siyasetmedarên me li ser van mijaran bifikirin û bersiva wan bibînin. Ji bo tedawiyek rast, divê pêşî teşhîseke rast were kirin. Helbet ez ê di van 5 deqîqeyên kin de teşhîs û tedawiyan li vir rêz nekim, lê bi vê yekê têr dikim ku divê bi lezgînî ev mijar bên rojeva ummetê.

Pirs ev e, 'Nexweşiya me çi ye, em ê çawa derman bikin û di zûtirîn dem de ummetê rabikin ser piyan?' Divê em bizanibin ku; Kesên ku berdêl nedane an jî nikarin berdêlan bidin, nikarin ti encamekê bi dest bixin.”

Roja ewil a civîna ku dê rojên Şemî û Yekşemê berdewam bike, piştî axaftinan bi wêneyê malbatê bi dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.