Yasaxa Pêçeyê Hat Îbtal Kirin

Yasaxa Pêçeyê Hat Îbtal Kirin

Mehkemaya Bilind A Îspanya, qerara Konseya Bajarê Lerîda a di derbarê pîrekên bi çarşef de ku wê nikaribin bi çarşefa xwe bi awayê rûyê wan girtî bikevin bînayên dewletê îptal kir.

Mehkemaya Bilind A Îspanya, qerara Konseya Bajarê Lerîda a di derbarê pîrekên bi çarşef de ku wê nikaribin bi çarşefa xwe bi awayê rûyê wan girtî bikevin bînayên dewletê îptal kir.

Mehkemeyê bal kişande azadiya dîn û beyan kir ku hincetên mîna ewlehiyê bê bingeh in.

Dîsa di qerara mehkemê de hat diyar kirin ku; Ev yasax wê cudawaziyê zêde bike û hinek pîrek wê qe ji malên xwe dernekevin û evê jî bibe sedemê ku van pîrekên Musulman nekevin nav civaka Îspanya û bibin parçeyeke jê.

Li gor tê zanîn Konseya bajarê Lerîda a li Katalonyayê, bi hinceta ku wê girtina rû bibe sedemê nerehet bûna însanan û problema ewlehiyê rû pêçayî derketina nav sehayên rayagiştî yasax kiribû.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.