Yek ji rayedarên HAMASê Ebu Suheyb Fehed: Tofana Eqsayê, texta hemû zaliman hejand

Yek ji rayedarên HAMASê Ebu Suheyb Fehed: Tofana Eqsayê, texta hemû zaliman hejand

Ebu Suheyb Fehed ku yek ji rayedarên HAMASê ye di mîtîngê de axavtinek kir û got, “Tofana Eqsayê, texta hemû zaliman hejikland, rûyê hemû kesên ku li hember Misilmanan di nav îxanetê de ne derxist holê.”

Weqfa Evîndarên Pêxember li Mêrdînê “Mîtînga Desteka Ji Tofana Eqsayê û Qudsê re” li dar xist û ji wê mîtîngê re gelek mirov beşdarî bûn.

Di destpêka mîtîngê de Serokê Komeleya Mêrdîn yê Evîndarên Pêxember Mele Fesîh Memîş axavtinekî silavdayînê kir.

Memîş di axavtina xwe de bal kişand ku komên berxwedanê ên li Fîlîstînê û Hamas Bi Operasyona Tofana Eqsayê ji sîyonîstan re derbeyekî mezin lê xistine, “îsraîla ku li hember qehremanên Xezzeyê şaşwaz bûne, heyfa xwe ji sîvîlan derdixe û ev bû 85 roj e bi hemû qeweta xwe li Xezzeyê dixe. Ti kesan cuda nake ku nabêje ev zarok, pitik, pîrek û îxtîyar e hemû kesan qetil dike. Bila ev bê zanîn ku li ser axên Fîlîstînê dewletekî bi navê îsraîlê tine ye. Ji çem heta behrê ew der Fîlîstîn e. Fîlîstîn yê xelkê Fîlîstînê ye û welatekî Îslamê ye. Quds jî nirxa hevpar yê ummetê ye.”

Ebu Suheyb Fehed ku yek ji rayedarên HAMASê ye di bernameyê de axivî û ji ber destekê ji mirovên ku beşdarê mîtîngê bûne re pesnan got.

“Ew di alîyê sebrê de bûne mînakekî”

Fehed, îfade kir ku xelkê Fîlîstînê berxwedana xwe ya ewil a li dijî îşxalê bi keviran dabû, “Lê em niha dibînin ku, micadeleyekî ku di serî de Tûgayên îzzeddîn el Qessam heye li Fîlîstînê tê dayîn û ev micadele ji xwe re artêşekî lidarxistîye û artêşa îsraîlê berteref dike. Xwedê Teala di Qurana Pîroz de, ji me Misilmanan re weha dibêje: ‘Ya Yehya! Bi awayekî şidandî bi kitêbêgre.’ Ew ê ku ji me Misilmanan re lazim e, îro bi şekleke şidandî girtina Quranê ye û hazirîya cîhadkirina di rêya wî de ye.”

“Rêya îro yê Micahîdan ji rêya Selaheddînê Eyyûbî derbas dibe”

Fehed, di berdewama axavtina xwe de fotoxrafên ku li alîyê çep û rastê ên Selaheddîn Eyyûbî û Ebû Ubeyde hene îşaret kir û weha got, “Rêya Ebû Ubeyde û micahîdên îro ji rêya Selaheddîn Eyyûbî derbas dibe. Wek ku di Hedîsa Pêxember de derbas dibe: Ew ê însan bibin du alî. Ji vana yek ew ê ehlê îmanê be ku wê kufir neghêja wan. Yê duyemîn jî ew ê ehlê kufrê be ku ew ê îman neghêje wan.”

“Operasyona Tofana Eqsayê, texta hemû zaliman hejikand”

Fehed, “Hemd ji Xwedê re ku operasyona Tofana Eqsayê, texta hemû zaliman hejikand. Û dîsa hemd ji Xwedê re ku operasyona Tofana Eqsayê, rûyê rast yê hikûmetên ku li dijî Misilmana di nav îxanet de bûne û bi dijmin re peymanê lidarxistine derxistîye holê. Operasyona Tofana Eqsayê xeyn ji vana derxist holê ku artêşa îsraîlê gelek ziîf e.

“Bi her tiştên xwe ji Eqsayê re bibin destek û alîkar”

Fehed, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku li Tirkîyeyê bi milyonan însan hene ku ew ji bona bi birayên xwe yên li Xezzeyê herbê bikin û bi wan re bin, dikarin canê xwe bidin hene, “Tiştê ku hûn dikarin bikin; desteka malî, desteka meddî, destekdayîna di medyaya civakî de, derketina meydanan û vala nehiştina meydanan e. Hûn bi vê şeklê destekên xwe yên ji Eqsayê re bidomînin. Û bila bawerîya we pê hebe ku tu kes we nebîne jî Xwedê Teala we dibîne û tiştên ku hûn dikin qeyd dike. Xwedê Teala, destnîşan dike ku ew ê zatê wî û Resulê wî bighêjin zeferê. Bi îzna Xwedê yên ku bighêjin zeferê em in.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.