Yekgirto Salvegera Hîcreta Pêxemberê Me Pîroz Kir
Yekgirto Salvegera Hîcreta Pêxemberê Me Pîroz Kir
Li herêma Kurdistanê Partiya Yekîtiya Îslamî Yekgirto, salvegera hîcreta pêxemberê me Hz Muhammed (‘e. s) û eshabên Kiram, bi girseyek mezin li Hewlêr û hinek deverên din bi bernameyan pîroz kir.
Pîrozbahiya mezin li bajarê Hewlêrê li camiyek mezin hat kirin. Milletê kurd bi zar û zêçên xwe tevlî bernamê bûn. Bi xwendina Quranê bername dest pê kir. Gelek alim û aqademîsyen, li ser hîcreta pêxemberê me û li ser mane’ û qîmeta hîcretê xeber dan. Axaftvanan dan zanîn ku hîcret destpêk e û bi hîcretê esasa medeniyeta Îslamê hatiye avêtin.
Milletê tevlî bernamê bûbûn, bi îlahî û qasîdeyan gelek coş û geş bûn. Ji bo hêja û xweşiya bernamê, kêfxweşiya anîn ziman. Di dawiya bernamê de ji bo hemî musluman û ummet û gelê Kurdistanê dua hat xwendin.
www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.