Yekîtiya Siyasî tevlî civînên hevpeymaniya opozisyonê dibe

Yekîtiya Siyasî tevlî civînên hevpeymaniya opozisyonê dibe

Civîna hevpeymaniya opozisyona Sûriyê sibe bi dawî dibe

Sekreterê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê, Mistefa Oso ji Rûdawê re got ku nûnerên her çar partiyên Yekîtiya Siyasî di civînên Hevpeymaniya Niştimanî de beşdar in.
 
Sekreterê Azadî, ku yek ji partiyên Yekîtiya Siyasî ye ragihand ku wan di vê derbarê de têkilî û şêwirdarî bi Encûmenê re kirin, lê hinek partiyan dîtin ku ev mijar ji civata emîndariya giştî ya ku dê îro were li darxistin bimîne. Lewra vexwendin hat serastkirin û tenê ji partiyên Yekîtiya Siyasî re hat hinartin.
 
Oso di daxuyaniya xwe de wiha got: "Ji her partiyeke Yekîtiya Siyasî nûnerek di civînên Stenbolê de beşdar dibe û ji bo danûstandinan li ser hevkarî û alîkariya bi Hevpeymana Opozisyonê re bikin."
 
Mistefa Oso tekez kir ku danûstandin dê li ser bingeha helwesta Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bin.
 
Li ser pirsa ‘Gelo beşdariya we di civînên Stenbolê de nakokiyên di nav Encûmenê de kûrtir nake?’ Oso wiha got: “Ne ew bi tena xwe, lê tevahiya partî û aliyên din li derveyî ENKSê kar dikin.”
 
Oso di dawiya axaftinên xwe de tekez kir ku her nûnerek bi navê partiya xwe di civînên Stenbolê de beşdarin û ne bi navê Yekîtiya Siyasî.
 
Yekîtiya Siyasî ji Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî), herdu partiyên Azadî û Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê pêk tê. 
 
Serokê berê yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Ebdilhekîm Beşar duh ji Rûdawê re gotibû: "Eger encûmena kurdî wê daxwazê qebûl neke, em ê wek Yekîtiya Siyasî derbasî hevpeymaniya opozisyonê bibin."
 
Duh civîna Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê li Stenbolê civiya û sibe bi dawî dibe.
Rudaw
 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.