Yetîm-Dera Ewrûpa li Somaliyê bîrên avê da vekirin

Yetîm-Dera Ewrûpa li Somaliyê bîrên avê da vekirin

Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku Saziya Alîkariyê ya Navneteweyî ye li Somaliya ku bi xela û hişkesaliyê re rû bi rû maye 2 bîrên avê da vekirin.

Hat ragihandin Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku Saziya Alîkariyê ya Navneteweyî ye li bajêra Merkeya Somaliya ku bi xela û hişkesaliyê re rû bi rû maye 2 bîrên avê yên ku dê jê 2 hezar û 500 kes sûdê werbigrin da vekirin.

Mehmet Nurullah Gunaydinê temsîlkarê Tirkiyê yê Yetîm-Dera Ewrûpayê ye di derbarê mijarê de destnîşan kir wan li gundên Ceelfarey û Çagaarana bajêra Merkaya Somaliyê ji bo xêra kesên bi navê Malbata Çelîk û Haydar û Emîne Burulday 2 bîrên avê yên ku dê jê 2 hezar û 500 kes sûdê werbigrin da vekirin.

Gunaydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek Yetîm-Dera Ewrûpayê  di wan rojên borî de ji bo Efrîkayiyên ku bi xela û hişksaliyê re rû bi rû maye  kampanyaya erzaqê dane destpêkirin û dê ev kampanya heta dawiya meha Remezanê berdewam bike. Gunaydin dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:  “ Digel projeya alîkariyê projeyên me yên bîrên avê jî ji sala borî ve berdewam dikin. Ji sala borî vir ve ni wasitaya xêrxwazan me li welatên mîna Gambiya, Togo, Gîne Bîssau, Tanzanya, Çad, Kamerun, Nîjer, Uganda, Somalî û yên mîna wan bîrên avê da vekirin. Mala xêrxwazan ava û Xweda ji wan razî be.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.