Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO EBRAR temsîlkariyên derve yên li Kenyayê ziyaret kirin
Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO EBRARa ku di bergeha kampanyaya organîzasyona Eyda Qurbanê de çûbûn KenyayêBalyozxaneya Tirkiyê û TÎKAyê ziyaret kirin.
Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO EBRARa ku di bergeha kampanyaya organîzasyona Eyda Qurbanê de çûbûn Kenyayê Balyozxaneya Tirkiyê û TÎKAyê ziyaret kirin û derheqê xebatên ku ew li Kenyayê kirine de wan agahdar kirin.
Emre Yuksekê ku Koordînatorê Kenyayê yê TÎKAyê ye di ziyareta ku hat kirin de destnîşan kir ew her tim amade ne ku destekê bidin xebatên saziyên alîkariyê û ew ê di vî warî de çi ji destên wan bên bikin.
Cahît Ataşê Temsîlkarê Dildar ê Yetîm-Dera Ewrûpa û Mutlu Kayayê Temsîlkarê Dildar ê IHO EBRARê ye derheqê xebatên alîkariyê yên ku TÎKAyê li Kenyayê dikin de agahî wergirtin û derheqê alîkariyên ku li Kenyayê wan bi xwe kirine de tecrubeyên xwe parve kirin.
Heyeta Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO EBRAR dû re Balyozxaneya Tirkiyê ya li Kenyayê ziyaret kirin. Ji ber ku Sefîr Denîz Eke ne li balyozxanê bû heyet ji teref Îsmaîl Akbulutê rayedarê balyozxanê ve hat pêşîwazîkirin.
Akbulut derheqê xebatên alîkariyê yên ku Tirkiyê li Afrîkayê dikin de agahî da diyar kir we ji Milsimanên ku li Afrîkayê dijîn re Qur’ana Kerîm belav kirine.
Ataş û Kaya ji ber mazûvantiya kui hatiye kirin ji rayedaran re teşekur kirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.