Yetîm-Dera Ewrûpayê ji êtîmên Karadaxî re alîkarî kir

Yetîm-Dera Ewrûpayê ji êtîmên Karadaxî re alîkarî kir

Yetîm-Dera Ewrûpayê li Karadaxê ji êtîmên ku li medreseyekê ilm tahsîl dikirin re alîkariya naqdî kir.

Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku berî vê çend salan li Balkanan xebatên xwe yên alîkariyê dabû destpêkirin  alîkariyên xwe bênavber didomîne. Yetîm-Dera Ewrûpayê vêcar jî li Karadaxê ji êtîmên ku li Medreseya Mehmet Fatîhê  ilm tahsîl dikirin re alîkariya naqdî kir.

Alîkarî ji teref dildarên Yetîm-Dera Ewrûpayê Hamza Korkut û Mucahît Ateş ve ji êtîman re hat teqdîmkirin. Di dema teqdîmkirina alîkariyê de dildarê komelê Mucahît Ateş destnîşan kir  li dinyayê bi milyonan êtîm hene  û ew ê wek saziyê hewil bidin ji van kesên êtîm re bibin alîkar.

Hat ragihandin ew ê ji teref Yetîm-Dera Ewrûpayê ve di van rojên pêşiya me de jî alîkarî li Balkanan bên kirin.

ÎLKHA









HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.