Yilmaz encamên referandûmê nirxand

Yilmaz encamên referandûmê nirxand

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazli Navenda Çapemeniyê ya Referandûma 2017an encamên referandûmê nirxand.

Yilmaz di nirxandina ku kir de diyar kir  piştî vê pêvajoyê tiştekî ku bê guhartin tune ye  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Encama referandûmê weke ku dihat xwestin derket. Di vê hilbijartinê de belesebeb berberî xistin nava civakê. Tiştê ku pêwîst e piştî vê seatê bê kirin  ji holê rakirina vê berberî û rageşiyê ye. Em ê sibe li heman asansorê siwar bibin û heman hewayê tenefus bikin. Ji ber vê yekê ev rageşî li paş maye. Dema ku em li atmosfera hilbijartinê  dinêrin em dibînin ku xelk bi eqlê selîm hereket kiriye.”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir Erdogan di referandûma din a serokkomartiyê de jî hema hema heman dengî standiye û wiha pê de çû: “ Bi MHPê re îttîfaq kirin lê tu feydeya wê  îttîfaqê çênebû. Hetta ew gotina Erdogan a ku ji terefdarên MHPê îqna bike got bû sedem ku hilbijêrên Kurd berê xwe bidin MHPê. Lê digel vê yekê her çiqas rayên wan li xerbê hindik bibin jî li heremê  bi şikleke îstîqrar dengê ‘erê ‘ zêde bû. Ev yek jî nîşan dike ku hilbijêrên Kurd  binê wê xêz dikijn ku pêwîst e meseleya Kurd  dê bi rêya siyaseta siwîl bê çareserkirin. Divê tesîra qerara HUDA PARê ya li heremê neyên jibîrkirin. HUDA PAR niha ji ber warê ku lê ye partiyeke girîng e. Ji îro pê ve divê hikûmet zêdetir wanan guhdar bike.”(ÎLKHA)










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.