Yusuf Kaplan: Nabe ku merov bi Îsraîl re têkiliya dostitî bike

Yusuf Kaplan: Nabe ku merov bi Îsraîl re têkiliya dostitî bike

Lêkolîner û nivîskar Yusuf Kaplan pevçûnên li herêm, qeyrana balafirê ya bi Ûris re û hevdîtinên ku bi Îsraîl re didome nirxand, Kaplan diyarkir ku Îsraîl di nav dilê mislimanan de wek xencer daçikiye û nabe ku merov bi Îsraîl re têkiliya dostitî bike.

Lêkolîner û nivîskar Yusuf Kaplan di bergeha bernameya ‘Xwendinên Şaristanî’ de hat Rihayê û derbarê rojevê de nirxandinek bandorker kir. Kaplan, di derbarê têkiliyên Tirkîye-Îsraîl, daxistina balafira Ûris, hevdîtina  Demîrtaş a bi  Ûris re û sîyaseta xendeqê de axavtinek ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê (ÎLKHA) re kir. Her wiha Kaplan bal kişand ku li ser herêma me lîstikek pir mezin tê lîstin.

Kaplan diyar kir ku nabe mirov bi Îsraîl re têkiliya dostitiyê bike. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Îsraîl, di herêm de wek xencer daketiye dilê mislimanan. Îsraîla ku xwîn vedireşe tenê bi serê xwe li herêm  hereket nake. NYE û welatên Ewrûpa, piştgirî didin Îsraîlê. Li vir di meseleya Îngîlîz û Îsraîlê de hûrgiliyek heye. Tirkîye, bi Îngîlîzan re têkilî kir. Tirkîye, ji ber ku endamek peymana Rojavayê bû bi vî şiklê bi Îngîlîzan re têkilî kir. Lê Îngîlîzan hertim bêbextiyê li Tirkan kirin. Bêbextî li Misr û Sûrî kirin. Ji me re jî davikek vedan em ketin di vî davikê de. Li gor min Tirkîye, têkiliya bi Îsraîl re wek vebijark dît. Ji ber vê yekê Tirkîye hewl da ku têkiliyê xwe yên bi Almaniyan re li pêş bixe. Li dijî listîkên Îngîlîzan dê bi ewayekê bi Îsraîl re têkilî bikin. Ji ber vê yekê Tirkîye kespên ku girtiye ji bo ku dûbare winda neke bi vê şiklê nêzê Îsraîl bû.”


“Di qeyrana balafirê de Ûris, Ruleta Ûris lîst”

Kaplan destnîşan kir ku Ûris, IŞÎDê ji xwe re xist hincet û ket nav Sûrî da ku Tirkîye ji xwe re bixe hedef lê dîsa Ûris winda kir. Kaplan wiha pêde çû: “Di qeyrana balafirê de Ûris, Ruleta Ûris lîst. Bi taybet ji aliyê Rojavayê ve li ser Ûris embargo heye. Ev embargo derbeyek pir mezin li Ûris da. Bi hinceta tekoşîna bi IŞÎD re Ûris bi Emrîka re lihev hat. Rastî hedef Tirkîye ye. Di derbarê ketina nav herêm ya Ûris, îşqal kirina Sûrî û daxistina balafira Ûris de Tirkîye gavek oir baş avêt. Dema ku balafir Ûris hat daxistin ji teref wezareta parêzvaniya Ûris ve daxuyanî hat dayîn. Ev daxuyanî gelek balkêş bû. Piştî van daxuyaniyan de ku Tirkîye destnîşan kir ku dê mijarê ji NATO re diyar bike Putîn bihêrs bû. Lewra ev yek bû sedema eşkere bûna têkiliya veşartî ya di nabeyna Ûris û NATOyê de. Di vî warê de Ûris winda kir.”

“HDP/PKK dixwaze ku ji Ûris xwedî bibe”

Her wiha Kaplan bal kişand PKK derbek pir mezin hilaniye. Ji ber vê yekê dê ji Ûris xwedî bibe û PKK li ser Ûris Tirkîyeyê tehdît dike. Dûvre Kaplan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wisa dide nîşan ku PKK, niçik û kukleya Rojavayê ye. PKK, bi NYE, Îngîlîz, Almaya û Franseyê re xebitiye. Tirkîye jî got ez bi IŞÎD re tekoşîn dikim. Ji ber vê yekê Tirkîye jî ket nav wî qadê û li penagehên PKKê da. Piştî 7ê hezîranê Cemîl Bayik û Demîrtaş bang li ABD, Îngîlîstan û Brukselê kir û gotin hûn çima alîkariya me nakin? Ji hilbijartina 1ê mijdarê re heftiyek mabû ku Demîrtaş çû Londrayê. Niha jî berê çû Emrîka dûvre jî çû Rûsyayê. Di vî herêmê de PKK derbeyek pir mezin hilanî. Ji ber vê yekê PKK dixwaze ku ji Ûris xwedî bibe. Lê mixabin Ûris PKKyê wek kukleyê bikar tîne.”

“Berpirsyariyên girîng ên Cemaeta Hîzbullah heye”

Kaplan diyar kir ku Cemaeta Hîzbullah nayê provokasyonan û di herêm de berpirsyariyên Hîzbullah gelek e. Kaplan wiha axavtina xwe domand: “ Bi taybet piranî derên ku misliman dijîn

 xendeq tên vedan. Hewl didin ku misliman li van deran terk bikin.  Ev yek tiştek pir xeternak e. Pêwîst e ku misliman baldar bibin. Diyarbekir bajarê sehabiyan e. A rastî hewl didin ku ku nasname û hebûna mislimanan ji holê rakin. Di vê warê de peywîra gel zehf dibe. Di vî herêmê de berpirsyariyên Cemaeta Hîzbullah pir mezine. Hîzbullah, heta niha berpirsyariya xwe gelek baş aniye cî. Digel her tiştan Cemaeta Hîzbullah nehate provokasyonê. Cemaeta Hîzbullah, di herêmê de hertim mal, milk û rûmeta mislimanan parast.” (îlkha)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.