Yûsûf Qeredawî Fetwa Da

Yûsûf Qeredawî Fetwa Da

Serekê yekîtiya alimên mislumanê dinyayê Yûsûf Qeredawî fetwa da

Serekê yekîtiya alimên mislumanê dinyayê Yûsûf Qeredawî fetwa da ku, tevlîbûna protestoyên ji bo desteka Muhemmed Mûrsiyê ku ji aliyê cûntayê ve ji wezîfê hatiye bidûrxistin ferzul eyn e.

Qeredawî li Dohaya Qatarê li camiya Omer Xettab di xutba înê de vê fetwayê da. Qeredawî di xeberdana xwe de ji ordiya Misrê xwest ku vekişe qişleyên xwe. Serekê yekîtiya aliman wiha got “Ez bangî eskerên ku dest dirêjî xelkê Misrê dikin dikim. Hişê xwe bidin serê xwe. Wezîfa esker emniyet û parastina sînorên welêt e. Heger esker dest bide ser îdara dewletê û bixwaze welêt îdare bike, ew ê fesad derê.”

Yûsûf Qeredawî îdara ğeyrî meşrû ya Misrê bi zimanekî tûj rexne kir û bal kişand ser şewitandina cesedên şehîdên li meydana Rabîatul Adewiyyeyê. Qeredawî wiha got “Sûc û qetlîamên ku Cemal Ebdunnasir, Enwer Sedat û Husnu Mubarek di hukmê 60 salan de nekiribûn, we di hukmê çend hefteyan de rast kirin. Rehberê teşkîlata Îxwan berî niha beyan kiribû ku ew ê protestoyên aştiyane dewam bikin. Protestoyên li meydanên Misrê bi vî awayîne, di medyayê de tiştên di aleyhê wan de tên gotin nerast in.”

Yûsûf Qeredawî gazî milletê Misrê kir ku derkevin meydanan û wiha got “Meydanan vala nehêlin, ji bo menfîeta welêt heta ku ji destê we tê ji malê xwe derkevin. Ji bo desteka Mûrsî tevlîbûna protestoyan ferzul eyn e.”

                                  BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.