Zama sala 2018an a memûr û kesên teqewîdbûyî diyar bû
Piştî ku enflasyona meha kanûna sala 2017an hat eşkerekirin re zama sala 2018an a memûr û kesên teqewîdbûyî diyar bû.
Enflasyona xerîdaran a meha kanûnê wek ji sedî 0,69 hat eşkerekirin. Li gor vê rêjeya enflasyonê ew ê di meha çileyê de ji kesên memûr û kesên ku ji memûrtîyê teqawîd bûne re ji sedî 1,66 zam li maaşê wan bê kirin.
Her wisa ji maaşên kesên ku ji karkerîyê teqawîd bûne re jî ji bo şeş mehan ji sedî 5,66 zam hat kirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.