Zanyar hişyariyê didin: Beriya ku hûn deqê çêkin, careke din bifikirin

Zanyar hişyariyê didin: Beriya ku hûn deqê çêkin, careke din bifikirin

Di dema ku çêkirina deqan (dövme) di salên dawî de bi lez belav dibe, cîhana zanistê dest pê kir ku bandorên vê sepanê yên li ser tenduristiya mirovan ji nêztir ve lêkolîn bike.

Li gorî pisporan, murekebên deqê tenê li ser rûyê çerm namînin. Lêkolînên hatine kirin nîşan didin ku pîgment bi demê re di nav laş de diçin û heta girêkên lenfê belav dibin. Di naveroka van murekeban de ligel metalên giran ên wekî qurşûn, krom û arsenîkê, gelek pêkhateyên kîmyewî jî dikarin hebin. Tê nirxandin ku ev rewş dikare bibe sedema înfeksîyona kronîk û bertekên pergala parastinê ya laş.

Kunakirina çerm a di dema çêkirina deqê de, rîska înfeksîyonê jî bi xwe re tîne. Di hawirdorên ku qaîdeyên hîjyenê lê nayên parastin de, îhtîmala dîtina înfeksîyonên bakteriyel û nexweşiyên ku bi rêya xwînê derbas dibin zêde dibe. Her wiha, li cem hinek kesan li dijî murekebên deqê reaksiyonên alerjîk çêdibin. Wekî din, ev reaksiyon carinan salan bi şûn de jî dikarin bi rengê xwerîn, werimîn û tehrîşbûna çerm derkevin holê.

Yek ji mijarên ku di dema dawî de herî zêde tê nîqaşkirin jî têkiliya mimkun a di navbera deq û kanserê de ye. Hinek lêkolînên nû diyar dikin ku li cem kesên bi deq, bi taybetî rîska lenfomayê (kancera lenfê) dikare bilindtir be.

Bandorên deqê yên li ser pergala parastinê jî her wekî mijara lêkolînê berdewam dikin. Ji ber ku laş murekeba deqê wekî madeyeke biyanî dihesibîne, pergala parastinê dikare bi rengekî domdar hişyar bimîne. Tê diyarkirin ku ev rewş dikare di demdirêjiyê de bibe sedema înflamasyona (iltîhaba) kronîk û rîska hinek pirsgirêkên tenduristiyê zêde bike.

Ligel van, li cem kesên ku deq çêkirine; çêbûna granûlomê (werimînên biçûk), geşbûna keloîdê (mezinbûna birînê ya neasayî) û tetikkirina hinek nexweşiyên çerm jî dikarin werin dîtin. Di rewşên kêm de, derbarê çêbûna tumoran a li herêmên deqkirî de rapor hatine amadekirin; her wiha hinek kes diyar dikin ku di dema kişandina MRIyê de li herêmên deqkirî hesta şewatê hîs dikin.

Di ronahiya van hemû dîtinan de, pispor radixin ber çavan ku çêkirina deqê ne kirariyeke bi temamî bêzirar e.

Foto: Arşiv

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.