Zarokê 8 salî yê ku winda bûbû mirî hat dîtin

Zarokê 8 salî yê ku winda bûbû mirî hat dîtin

Zarokê 8 salî yê ku li Çinara Diyarbekirê winda bûbû di avahîyeke xirabe de mirî hat dîtin.

Hat ragihandin li Sergelyaya gundê ku bi Çinara navçeya Diyarbekirê ve girêdayî ye zarokekî 8 salî yê ku winda bûbû di avahîyeke xirabe de mirî hat dîtin. Zarokê ku mirî hat dîtin li gorî agahîyan rûyê wî hatiye parçekirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin zarokê bi navê Z.D. yê 8 salî doh êvarî derdora seat 22.00an de ji bo biçe malê ji ba bavê xwe M.D.yê ku karê dikandarîyê dikir veqetîya. Piştî ku M.D. çû malê jê haydar bû ku lawê wî nehatiye malê. Çawa ku pê hat hesîn zarok winda bûye ji hoparlora camîya gund bang li gundîyan hat kirin da ku ji malbata zarokê windabûyî re alîkarî bê kirin. Di encama xebatên lêgerînê yên ku hatin kirin de zarokê ku winda bûbû bi şiklekî rûyê wî parçekirî di avahîyeke xerabûyî de hat dîtin.

Piştî ku ekîbên cendirmeyan ên ku hatin cihê bûyerê lêkolîn kirin re ceseda zarokê mirî ji bo otopsîyê hat şandin Diyarbekirê.

Piştî otopsîya ku hat kirin re zarokê ku mirî hat dîtin di nav şîn û girînê de hat definkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.