Zarokê 17 salî di 6 mehan de bû hafiz

Zarokê 17 salî di 6 mehan de bû hafiz

Habîb Çevîkê 17 salî yê ku li Diyarbekirê diçe qursa hafiztîyê ya Yekîtîya Alim û Medreseyan di 6 mehan de Quranê hifiz kir û hafiztîya xwe xelas kir.

Çevîkê ku hafiztîya xwe di demeke kurt de xelas kir a niha li benda roja merasîma xwe ya standina îcazetê ye.

Tahir Akgulê ji rayedarên qursa hafiztîyê derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî.

“Xwedekarên me dema ku tên vê derê pêşî em Quranê hîn wan dikin”

Tahir Akgulê ku derbarê pêvajoya perwerdehîya hafiztîyê ya telebeyan kir destnîşan kir “Xwedekarên me dema ku tên vê derê pêşî em Quranê hîn wan dikin. Piştî Quranê em dersa tecwîdê didin wan û bi şikleke kamil em Quranê hînî wan dikin. Ev tiştên ku em qala wan dikin di naveyna salekê de ji telebeyan re tê dayîn. Lê ev wext li gor eşq û qabilîyeta telebeyan tê guhartin. Mîsal telebeyê yê bi navê Habîb Çevîk ê 17 salî di 6 mehan de hafiztîya xwe xelas kir. Xweda vê yekê jêre lutf kir.”

“Hafiztî şeref e, ji herkesî re nabe nesîb”

Habîb Çevîkê ku di 6 mehan de Quranê hifiz kir destnîşan kir ew ji ber vê yekê gelek kêfxweş e û dûre wiha got: “Ez ji Qosera Mêrdînê hatim vê derê. Ez 17 salî me. Min di 6 mehên ewil de perwerdehîya amadehîyê kir. Perwerdehîyên mîna Quran, tecwîd, talim, maxreç û yên mîna wan. Piştî 6 mehan ger seyda munasîb bibînin em derbasî hafiztîyê dibin. Berî ku ez werim vê derê min bawer nedikir ez di 6 mehan de hafiztîyê biqedînim. Hafiztî ne zor e, hafiztî şeref e, ji herkesî re nabe nesîb.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.