Zarokê ku xwest masiyan bigre di çem de xeniqî

Zarokê ku xwest masiyan bigre di çem de xeniqî

Li Êlihê zarokê 14 salî yê ku xwest masiyan bigre kete çem û xeniqî.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  bûyer li gundê Oymataşa Êlihê qewimî. Zarokê bi navê Abdullah Şengulê 14 salî ji bo girtina masiyan digel hevalên xwe çû qerexa Çemê Dîcleyê. Şengulê ku digel hevalên xwe hewil dida masiyan bigre ji nişka ve dengeya xwe winda kir û ket çem. Şengulê ku ket çem xeniqî.

Laşê Şengulî ji teref yekîneyên AFADê ve ji çem hat derxistin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.