Zarokên ku beşdarî Mewlida Nebî bûbûn hestên xwe diyar kirin

Zarokên ku beşdarî Mewlida Nebî bûbûn hestên xwe diyar kirin

Zarokên ku ji bajarên cuda beşdarî bernameya Mewlida Nebî ya bi temaya "Rêberê Cîhadê Hz. Muhammed" a ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Yenîkapiyê hat tertîpkirin bûn, diyar kirin ku ew gelekî bi kelecan bûne.

Zarokên ku ji bo îzah û fehmkirina Pêxemberê me bi malbatên xwe re tev li bernameya Mewlîda Nebî bûn ji nûçegihanê ÎLKHAyê re qala kêfxweşî û kelecana xwe kirin.

Muhammed Mehdî Yalçin, diyar kir ku ew ji bo pîrozkirina rojbûna Pêxemberê me hatiye Yenîkapiyê, destnîşan kir ku Pêxemberê me ji bo Îslamê her tişt kiriye.

Muhammed Mursî Aslimê ku ji Bûrsayê beşdarî çalakiyê bû wiha got: "Îro ji bo me rojeke pir bi qîmet e, salvegera wiladeta pêxemberê me ye. Xwedê îsal jî firsend daye me ku em başder bûn, ji ber vê yekê ez gelek kêfxweş im."

Muhammed Furkan Alpsoyê ku ji Enqereyê hatibû, wiha got: "Ez berê neçûbûm, hesta li vir pir xweş e, hatina mirovan pir xweş e, pîrozkirina rojbûna Pêxemberê me pir xweş e, ji bo min tiştekî xweş e... Ji ber vê yekê ez pir bi kelecan im."

Îdrîs Aydin, diyar kir ku cara ewil e beşdarî merasîma Mewlîda Nebî dibe û ji ber vê yekê pir bi kelecan e û destnîşan kir ku divê her kes beşdarî çalakiyên wiha xweş bibe.

Ahmet Mecît kêfxweşiya xwe û kelecana xwe ya ji ber vê bûyerê anî ziman û got, "Ev bûyer her sal pêk tên. Em gelekî bi kelecan in... Em navê Pêxemberê xwe bibîr tînin. Bûyereke pir xweş e, ez dixwazim her sal werim."

Huseyîn Eymen Seyîdogluyê ku diyar kir ew jî beşdarî merasima Mewlîd-î Nebî ya ku berê hatibû kirin bûye û wiha got: "Em li vir jiyana Pêxemberê xwe bi bîr tînin. Ez berê jî li wir bûm. Ev bûyereke pir bi heyecan û baş e.”

Ji zarokan Eyûb Ensar Gokhan jî diyar kir ku ew berê jî beşdarî merasima Mewlida Nebî bûye û her sal dixwaze beşdarî bernameyên wiha xweş bibe. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.