​"Zarokên ku çavên wan nabîne Hz. Muhammed yad kirin"

​"Zarokên ku çavên wan nabîne Hz. Muhammed yad kirin"

Li Entabê ji teref zarokên ku çavên wan nabîne ve bernameya Mewlûda Nebî hat tertîpkirin.

Li Entabê Mekteba GAPê ya Xwendekarên Astengdarên Nêrînê bi minasebeta Mewlûda Nebî bernameyek tertîb kirin û di bernameya ku hat tertîpkirin de dîmenên balkêş derket holê. Kesên beşdarvan ên ku ji ber minasebeta teşrîfkirina Hz. Mûhammed(r.x.l) ya li dinyayê beşdarî bernameya ku zarokên çavên wan nabîne tertîb kirin bûn şad û kêfxweş bûn.

Di çarçoveya bernameyê de zarokên astengdar Qur’ana Pîroz ya ku ji bo wan hatiye amadekirin û merş û îlahiyan xwendin û kesên beşdarî bernameyên bûn hestyar kirin.

Bernameya ku li salona konferansê ya mektebê hat tertîbkirin bi xwendina Qur’ana Pîroz a ku ji teref Abdûlkadîr Serttariyê ku çavê wî nedidît ve hat xwendin dest pê kir. Piştî xwendina Qur’anê, Midûrê Mektebê Mehmet Yildiz axaftina silavdayîne kir. Paşê bername bi danîşana sînevîzyona ku xwendekaran amade kiribûn dewam kir.

Ji Waizên Miftîtîya Bajarê Entabê Ramazan Çavdiran ê ku beşdarî bernameyê bû  diyar kir bidestxistina saadet û hizûrê bi taqîbkirina riya Hz. Muhammed mimkûn e û sedema sereka ya zehmetiyên ku li ser erdigariya Îslamê diqewimin  ji teref Mislimanan ve neşopandina riya Hz. Muhammed e.  

Çavdiran îfade kir ku kesên doza Hz.Mûhammed (r.x.l) nemeşîne hem li dinya û hem jî li axretê xelasiya wan pir zor e û li axaftina xwe wisa zêde kir: “Ger îro li Rojhilatanavîn xwîn diherike û nayê sekinandin û kesên dimrin tev Misliman bin û welatên ku tên îşxal kirin tev yê Mislimanan be, kesên destdirêjî mala wê,  namûsa wê tê kirin xanimên Misliman bin; wê çaxê di jiyana me û di şopandina serokên ku em wan dişopînin de pisgirêk hene. Lazim e em berya her tiştî serok û rêzanên xwe nas bikin. Serok û rêzanê me kî ye, em doza kî dimeşînin? Hewceye em berê li vê binêrin. Pêxemberê me (r.x.l) dibêje: “Kes bi hezkiriyê xwe re ye.” Em sibe dusibe dixwazin bi kê re heşir bibin? Serok û rêzanê te kî ye û tu li pê kê diçe? Ji ber ku me partiya xwe, şêxê xwe, seydayê xwe, cimaeta xwe, terîqeta xwe, fikr û îdeolojîya xwe xist pêşiya pêxemberê me îro li ser rûyê erdê xwîn nasikine. Em ji temamê Mislimanan mesûl in. Qur’an û sunet ji me re dibêje çi lazim e em li gor wê tevbigerin. Pêxemberê Xweda çawa ji me dixwaze em bijîn, lazim e em wisa bijîn. Pîvana me Qur’an û sunet e. Em ê şûna piyên pêxemberê me bişopînin. Resûlê Xweda ji me re çi dibêje, lazim e em li dû wî biçin. Ger em wan nekin xelasiya me li dinya û axretê pir zor e.”  

Bername bi şiir û îlahiyên ku li ser pêxemberê me hatibû amadekirin û ji teref xwendevanên ku çavên wan kor in ve hatin xwendin bi dawî bû.

Derbarê bernameya Mewlûda Nebî ya ku xwendekarên astengdarên nêrîne amade kiribûn de Midûrê Mektebê Mehmet Yildiz bi nûçegihanê ÎLKHAyê re agahiyan parve kir û got, ji bo em Hz. Mûhammed (r.x.l) bîr bînin, fêhm bikin û bijîn me bernameyek bi vî awayî tertîb kiriye. 

Yildiz derheqê Mewlûda Nebî de axifî û wûsa got: “Hezar û 446 sal berê pêxemberê me teşrîfî dinyayê kir û ji bo em wezîfeya xwe ya li hember pêxemberê xwe bi cî bînin, îro bernameya Mewlûda Nebî li dar xist. Ez ji  Allah hêvî dikim ku ev şev ji bo welatê me, miletê me, alema Îslamê û temamê mirovahiyê bibe wesîleya aşîtî, edalet, hizûr û biratiyê. Li hember pêxemerê me 3 wezîfeyên me hene. Ya ewil Wî bibîr anîn e. Ya duyemîn Wî fehmkirin e û ya sêyemîn li gor Wî jiyan e. Meriv dibê qey em niha tenê bibîr dixin. Bi îzna Xweda dema em her dûyên din jî bikin yanî em wî fêhm bikin û li gor ku ew jiyaye bijîn we çaxê ne kesên bi qûwet kesên mafdar û heqdar wê bibin desthilatdar û em ê dinyayek bi vî awayî bibînin. Hûn ê bibînin ku dinya ji 5an mezintir e. Xweda li ser rûyê erdê heq û edaletê hakim bike. Kêmasiyên me hene ji xwe ji ber vê em her tim tengasiyan dikşînin. Ger em yekîtî û digelhêviya xwe ji wextî zêdetir bi qewettir bikin û ger em pêxemberê xwe çêtir fêhm bikin, em ê tengasiyan xelas bibin. Wekî pêxemberê me di xutbeya xatirxwestinê de ferman kiriye ger em Qur’an û sunetê baş fêhm bikin û li gor wê bijîn hun yeqîn bikin wê li ser rûyê dinyayê kesên heqdar û mafdar wê bibin serdest û însan di nava aşîtî û hizûrê de bijîn. Em bi hesret li hêviya wan rojanan in.

ÎLKHA

 
















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.