Zarokên Sûrî Perîşan In

Zarokên Sûrî Perîşan In

Li Sûriyê nexasim li Şam, Hama, Hûmûs, Îdlîb û Lazkiyeyê, şer gûr û giran dibin. Pirê wan jin û zarok 1600 kesên ku ji pevçûnan direviyan, li navçeya Reyhanliyê, bi qamyonet, otomobîl û peya derbasî hêla Tirkiyê bûn.

 Li Sûriyê nexasim li Şam, Hama, Hûmûs, Îdlîb û Lazkiyeyê, şer gûr û giran dibin. Pirê wan jin û zarok 1600 kesên ku ji pevçûnan direviyan, li navçeya Reyhanliyê, bi qamyonet, otomobîl û peya derbasî hêla Tirkiyê bûn. Gelekê wan jî, li ba merivên xwe bi cîh bûn. Hat gotin ku gelek kes jî li ber sînor li gundan sekinîne.

Li aliyê din UNICEFê (yunîsefê) beyan kir ku, li bajarê Hûmûsê nêzî 210 hezar zarok, hewceyê alîkariyên însanî yên acîl in. Li gor UNICEFê li Hûmûsê, ji 1500 mekteban 200 heb xisar dîtine. Di 65 mektebên bixisar de, zarok û malbat dimînin. Ev rewş jî rasterast dewamiya çûna mekteban ya zarokan û qalîta perwerdehiyê tesîr dike. Tê gotin ku li bajêr 700 hezar kes ji pevçûnan êşîya ne. UNICEFê berî niha gazî alîkariyê kiribû ku, li Sûriye programên ku wê heyatan xelas bike bên meşandin. Ji bo van programa jî, ji bo her şeş mehên ewil yên vê salê, pêdivî  bi 68 û nîv milyon dolarî heye. Heta niha hew 8 milyon dolar tenê hatiye berhevkirin.

bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.